JIN
Hemû Nûçe
-
Li Dîlokê jinek hate kuştin
Li navçeya Şehîdkamil a Dîlokê jina bi navê Ferîde Yilmaz ji hêla bavê wê ve hate bi çekê hate kuştin. -
Li Amedê ji ber şideta mêr 2 jin hatin qetilkirin, 2 kes jî birîndar bûn
Li Amedê mêrê bi navê Mehmet Buyuk hevjîn û keça xwe ya ku şidet li ser wan pêk dianî qetil kir, 2 kes jî birîndar kir. -
Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan hate girtin
Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan ji aliyê dadgeriya Tirk ve hate girtin. -
HDP û TJA li ber girtina Gokkan û Olbecî rabûn
Jinên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP'ê, nerazîbûn nîşanî girtina Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan û aktîvîsta TJA'yê Zeynep Olbencî dan û destnîşan kirin ku têkoşîna jinan a rêxistinbûyî wê bi ser bikeve. -
Jinên ku qîrîna wan bi bêdengî hate veşartin
Li Îranê ku bi her cûreyî tundî li jinê dike, jin her roj tên kuştin û bi bêdengî tên veşartin. Kes ne nav ne jî qîrîna wan jinên hatin qetilkirin dibihîze. -
Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan destgîr kirin
Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan, piştî biryara darezandinê ya ji bo girtinê hatibû vekirin, destgîr kirin. -
KJK: Tifaqa Kurd û Ereban û jinên ji Rojhilata Navîn bûye hedef
KJK’ê derbarê kuştina jinên pêşeng ên Ereb daxuyanî da û diyar kir ku tifaqa Kurd û Ereban û jinên Rojhilata Navîn bûne hedef. -
Aktîvîsta TJA'yê Olbecî hate destgîrkirin
Polîsên Tirk bi hinceta lêpirsîna têkildarî Kobanê avêtin ser mala aktîvîsta TJA'yê Zeynep Olbecî û ew destgîr kirin. -
Meclîsa Jinan a HDP'ê li dijî tecrîdê û qirkirina zayendî dadikeve qadan
Meclîsa Jinan a HDP'ê, amadekariyên xwe yên ji bo dema nû temam kir. Li gorî plansaziya hatiye kirin wê 4-5 mehan li dijî tecrîda li Îmraliyê û qirkirina zayendî çalakî bên lidarxistin. -
Çeteyan jina ciwan a asengdar li Efrînê revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 23’yê Çileyê li Efrînê jina ciwan a bi navê Xalîde ya astengdar revandin. -
YPJ: Serkeftina Kobanê soza me ya demê ye
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê di salvegera 6’an a Kobanê de hemû şehîdên têkoşînê bibîr anî û got: “Em ê bi ruhê berxwedana Kobanê wan bajarên xwe yên îro di bin dagirkeriya dijminê mirovahiyê ango çeteyên Erdogan û çeteyên DAÎŞ’ê de rizgar bikin.” -
Li Stenbolê jinek din hate qetilkirin
Li navçeya Eyûpsultan a Stenbolê zilamê bi navê U.B. dayîka xwe Şûkran B. û birayê xwe yê jinbavî Mesût B. qetil kir. -
Li Serdeştê jinek hate revandin û bi hovîtî hate qetilkirin
Li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê Sonya Degkan ji aliyê çar kesan ve hate revandin û bi êşkenceyê hate qetilkirin. -
‘Li Kurdistanê hemû xebatên me tê terorîzekirin’
Rêvebera Komeleya Jinan a Starê Rojbîn Bor got ku, “Handîkapa me ev e ku em nikarin kolanan bi kar bînin. Em tên îllegalîze û terorîzekirin.” -
Rêxistina Jinan a PYD'ê ji bo çalakiyên 27'ê Çileyê banga tevlîbûnê kir
Rêxistina Jinan a PYD'ê Şaxê Ewropayê, li dijî êrişkariya DAÎŞ'ê û dewleta Tirk a li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, bang li her kesî kir ku 27'ê Çileyê tevlî çalakiyên li tevahiya Ewropayê bibin. -
Qetilkirina Seda El Hermas û Hind El Xidiêr protesto kirin
Qetilkirina Hevseroka Meclîsa Til El Şayir Seda El Hermas û Hind El Xidêr, li Minbic, navenda Kobanê û Sirînê hatin protestokirin. -
Kuştina Seda Feysel El Hermas û Hind Letîf El hate şermezarkirin
Rêxistinên Jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kuştina Hevseroka bajaroka Til Şeyîr û alîkara wê Hind Letîf El Xidar şermezar kirin. -
Li Antalyayê jineke 86 salî hate qetilkirin
Jina bi navê Şadiye Ozturk a li navçeya Kepez a Antalyayê, ji aliyê zilamên bi navê S.D. û N.K. ve hate qetilkirin. -
KJAR'ê li dijî pêla girtinê bang li gel kir: Bêdeng nemînin
KJAR'ê pêla destgîrkirin û girtinê ya ji aliyê rejîma Îranê ve tê meşandin şermezar kir û destnîşan kir ku divê gel, bi taybetî jin bêdeng nemînin. -
Tecrîd û qirkirina jinê li Sydneyê hate şermezarkirin
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê bi pêşengiya jinên Kurd li dijî tecrîd û qirkirina jinê çalakiyek hate lidarxistin. -
Dayikên Şemiyê li berpirsên qetilkirina Ayşenûr Şîmşek pirsîn
Dayikên Şemiyê di hefteya 826’an a çalakiya xwe de li berpirsên qetilkirina Seroka avakara Şaxa berê ya Saglik-Sen a Enqerê Ayşenûr Şîmşek ku 28’ê Çileya 1995’an hatibû qetilkirin pirsî, banga vekirina lêpirsînê kirin. -
Wesayîta leşkerî pê li Kurdek 70’ê salî kir
Li navçeya Gêl a Amedê wesayîta leşkerî ya Tirk li Şukru Gunay ê 70’ê salî qelibî. Gunay bi giranî birîndar bû. -
7 sal ceza li aktivîsta TJA'yê Gul hate birîn
Bi îdîaya ku 'endama rêxistinê ye', 7 sal û 6 meh ceza li aktivîsta TJA'yê Fatma Gula hate birîn, ku ji ber xebatên wê yên li TJA, KJA û KCD'ê doz lê hatibû vekirin. -
Li Dûîsbûrgê ji bo kampanyaya ‘Darizandina dîktator’ çalakî
Li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê di çarçoveya kampanyaya “100 sedem ji bo darizandina dîktator, 100 hezar îmze” mitîngek hate lidarxistin. -
Akgun a 75 salî ku xwe parast hate girtin
Nîmet Akgun a 75 salî ku li dijî şidetê xwe parast, girtin û şandin girtîgehê.