KJAR'ê li dijî pêla girtinê bang li gel kir: Bêdeng nemînin

KJAR'ê pêla destgîrkirin û girtinê ya ji aliyê rejîma Îranê ve tê meşandin şermezar kir û destnîşan kir ku divê gel, bi taybetî jin bêdeng nemînin.

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyekê pêla girtin û destgîrkirinê ya ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Careke din rejîma Îranê ji ber bêçareya li beramberî îrade û berxwedana gelê Kurd dest bi pêla destgîrkirin û girtina Kurdên Rojhilatê Kurdistanê kiriye.

Gelê Kurd ji destpêkê ve biryara xwe daye ku li beramberî bêhiqûqî û bêedaletiyê bêdeng nemîne. Heta dawiyê li beramberî vê sîstema çewsîner a rejîma Îslamî ya Îranê li ber xwe bide. Lewma wê bi hewldana dewleta Îranê ev gel çavtirsandî nebe. Belku bi girtin û êşkencekirina zarokên xwe ji bo tolsitandinê kîna wan zêdetir bibe."

KJAR'ê bal kişand li ser zextên li dijî jinan û wiha dewam kir, "Bi armanca bêdengkirinê, bi hincetên cuda yên di  warê siyasî, civakî û çandî rawabûn dane êrişên li ser jinan. Pêwîste gelê Kurd û bi taybet jin li hemberî vê pêla rejîma Îranê daye destpêkirin bêdeng nebin. Ji ber ku ev siyaseta qirkirinê ya rejîma Îranê dide meşandin ji hev cuda nîne, divê vê jî ji bîr nekin ku niha bi dehan kes ji bo parastina vê çandê di girtîgehên Îranê de girtîne."