Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê bi serokê HTŞ’ê re hevdîtin kir
Wezîrê Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani di hevdîtina ligel serokê HTŞ’ê de diyar kir ku ew dixwazin di navbera Yekîtiya Ewropayê û Şamê de bibin pirek.
Wezîrê Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani di hevdîtina ligel serokê HTŞ’ê de diyar kir ku ew dixwazin di navbera Yekîtiya Ewropayê û Şamê de bibin pirek.
Wezîrê Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani li Şamê bi serokê HTŞ’ê Mihemed el Colanî re hevdîtin kir.
Tajani diyar kir ku Îtalya dixwaze alîkariya Sûriyê bike ku ji şerê navxweyî xilas bibe, aboriya wê ya zirar dîtiye ji nû ve ava bike û di navbera Şam û Yekîtiya Ewropayê de bibin pirek.
Tajani got, "Divê êdî Behra Spî ne tenê behra mirinê, goristana koçberan, behra bazirganiyê û deryaya pêşketinê be."