Kuştina Seda Feysel El Hermas û Hind Letîf El hate şermezarkirin

Rêxistinên Jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kuştina Hevseroka bajaroka Til Şeyîr û alîkara wê Hind Letîf El Xidar şermezar kirin.

QAMIŞLO

Roja îna borî, kesên nenas hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr revandibûn û ew qetil kiribûn.

Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinan li pêşiya navenda xwe ya li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo daxuyanî da. Daxuyanî bi beşdarbûna endamên rêxistinê ji aliyê şêwirmenda qanûnî ya rêxistinê Neda Melkî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Jin çiraya jiyanê ye û ronahiyek e. Jin bûye hedefa yekemîn a tundiyê, tên revandin, tecawizkirin, lêdan û kuştin, da ku tirsê di nav jinên din ava bikin û bihêlin ku tenê wekî alavekê bimîne."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev sûc, wêneyeke din li wêneyên dîroka reş a terorê zêde dibe ku tevahî urf û ol red dikin û wiha hate domand: "Em vî sûcê nemerd bi tundî şermezar dikin. We kirin hedef ji ber ku têkoşerên bi rûmet in û ji ber ku diruşmeya we azadî ye. Em soz didin we ku dê xwîna we vala neçe."

MECLISA NAVÇEYAN QAMIŞLO

Bi heman armancê Meclisa Navçeya Qamişlo daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir. Daxuyanî li ber avahiya meclisê ya li taxa Asûrî ya bajar ji aliyê endama rêveber a komîteya aborî ya mecilsê Rîma El-Hisên ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em meclisa Qamişlo û tevahî jinên bajarê Qamişlo vê sûcê hovane bi tundî şermezar dikin û bi qirkirina fikirê azad û azadiya jinan bi nav dikin."

HELEB

Rêxistina Kongreya Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyek li ber navenda xwe ya li beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê da. Endama Koordînasyona Kongreya Star Valentîna Ebdo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, sûcekî hovane li lîsteya sûcên terora reş zêde dibe. Ev sûc di radeya yekemîn de jinan dike hedef.

Di daxuyaniyê de qetilkirina her du jinan bi tundî hate şermezarkirin û soza berxwedan û têkoşînê hate dayîn û hate gotin: "Heta em dagirkeriya Tirk li herêmên xwe têk nebin, em rihet nesekinin."

Her wiha banga bilindkirina asta têkoşînû piştevaniya QSD'ê hate kirin.

KONGRAYA STAR A AMÛDÊ

Kongreya Star a navçeya Amûdê daxuyaniyek bi beşdarbûna endamên kongreyê li ber navenda xwe dan. Endama Rêveber a Kongreya Star a navçeyê Ahîn Şerîf daxuyanî xwend, qetilkirina herdu jinan şermezar kir û got ku armanc ji vê sûcê şikandina îradeya jinên azad e. Her wiha soza parastina destkeftiyên jinan û mafên wan da.

KONGREYA STAR A QAMIŞLO

Kongreya Star bajarê Qamişlo li ber navenda xwe ya li taxa Xerbî daxuyaniyek parve kir. Endama rêveber a kongreyê Minîca Heyder daxuyanî xwend û got: "Bi navê Kongreya Star em siyaseta qirêj ku dijmin li dijî tevgera jinên azad dimeşîne bi tundî şermezar dikin, armanca ji van siyasetan şikandina vîna jinên têkoşer e."

TIL HEMÎS

Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê bi beşdarbûna hemû endaman daxuyanî da. Endama rêveber a kongreyê Nîra Hemok daxuyanî xwend bang li hemû jinan kir ku "Li hember planên qirêj ên ku hewl didin jinan bêdeng bikin û îradeya wan bişkînin, li ber xwe bidin."

Her wiha diyar kir ku ev sûc ji sûcê ku çeteyên dagirkeriyê li djiî Hevrîn Xelef û Barîn Kobanê û Leyla Guven, Yadê Aqîde û Zehra Berkel pêk anîe ne dûr e û îsbat dike ku DAIŞ, dewleta Tirk û çeteyên wê yek in.

TIL BIRAK

Li navçeya Til Birak a kantona Qamişlo, Kongreya Star daxuyanî da. Endama rêveber a kongreyê Risul Remedan daxuyanî xwend û got, armanc ji van kiryarên plankirî têkbirina ewlehiya herêmê ye û xirabkirina tevna civakî ye.

Risul Remedan komkujiya li Til Rifetê jî şermezar kir û ev tişt diyar kir: "Em êrişên hovane ên li ser Şehbayê û hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên derxistina tevliheviyê di navbera gelên herêmê de şermezar dikin. Em bang li civaka navnetweyî dikin ku hesab ji sûcdar bixwazin."

TIRBESPIYÊ

Girêdayî heman armancê, endamên Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê daxuyanî li pêşiya navenda xwe da. Endama rêveber a kongreyê Emîna El-Heyawî daxuyanî xwend.

Emîna El-Heyawî destnîşan kir ku ev sûc bi armanca têkbirina îradeya jin û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, her wiha got sûcên qetilkirinê nîşaneya tirsa wan ji jinên azad e.

HESEKÊ

Endamên Kongreya Stra a bajarê Hesekê li qada Şehîd Artho ya taxa Nasrayê daxuyaniyeke li ser mijarê parve kir.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Şukiriya Mihemed daxuyanî xwend û got: "Hedefkirina rêveberên me ji aliyê hêzên tarî ve îsbat dike ku em di xeta durist de ne, çalakî û xebatên me rêxistinî dê planên wan hêzan têk bibin û asta zanebûna civakê bi pêş bixwîne. Her wiha dê bendên ku civaka me û jinan bi taybet girêdane wê bişkîne."

KOBANÊ

Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê jî bi heman armancê daxuyanî li qada Jina Azad a bajarê Kobanê da. Endama rêveber a Kongreya Star Hedla Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de qetilkirina herdu jinan bi sûcekî hovane bi nav kir û bang li rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên mafên mirovan kir ku erka xwe bi cih bînin û van sûcan bi dawî bikin. Her wiha hate diyarkirin ku armanc ji mîna van sûcan têkbirina projeya neteweya demorkatîk di kesayeta jinên têkoşer e.

Di daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîd Seida Feysel El-Hermas û Hind Letîf El-Xidêr  hate dayîn.

ŞEHBA

Kongreya Star a herêma Efrînê bi beşdarbûna endamên kongreyê daxuyaniyek li pêşiya navenda xwe ya li navçeya Ehdasê ya Şehbayê da. Endama rêveber a kongreyê Eyşe Mehmûd bi Erebî û endama kongreyê Rûken Elo bi Kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êriş komkujiyên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî jinan pêk tînin hatin şermezarkirin.

Her wiha bêdengiya civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û yên jinan ên li hemberî sûcên  li dijî hate şeremzarkirin û bang li wan hate kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û zextê li AKP bikin da ku dagirkeriya xwe bi dawî bike.

Her wiha banga bilindkirina asta têkoşînê li hemberî siyasetên qirkirinê hate kirin.