Meclîsa Jinan a HDP'ê li dijî tecrîdê û qirkirina zayendî dadikeve qadan

Meclîsa Jinan a HDP'ê, amadekariyên xwe yên ji bo dema nû temam kir. Li gorî plansaziya hatiye kirin wê 4-5 mehan li dijî tecrîda li Îmraliyê û qirkirina zayendî çalakî bên lidarxistin.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî bernameya dema nû amadekariyên xwe temam kir. Çend roj berê Meclîsa Jinan a HDP'ê bi pêkhateyên xwe hemûyan re civiya û di rojeva wan de qetlîama jinan, krîza avhewayê, feqîriya jinan û polîtîkayên tasfiyekirina muxalefeta civakî hebûn.

Meclîsa Jinan bernameya dema nû ji bo demek dirêj da pêşiya xwe û wê 4-5 mehan çalakiyên xwe bidomîne. Jinan bernameyek li dijî qetlîama jinan, têkildarî rewşa siyasetmedarên jin ên girtî, grevên birçîbûnê û polîtîkayên sepandina tecrîda li Îmraliyê danîne pêşiya xwe. Jinên HDP'yî wê di vê çarçoveyê de hem kuçeyan û hem jî Meclîsê bi awayek aktîf bi kar bînin û îtîrazên xwe bilind bikin.

Meclîsa Jinan derbarê 8'ê Adarê Roja Cîhanê ya Jinan jî wê nîqaşan bimeşîne û ji niha ve dest bi xebat û amadekariyên wê rojê kirine û wê çalakî û şahiyên 8'ê Adarê dewam bikin.

Meclîsa Jinan a HDP’ê wê bi mijara 'Edalet' li meydanan bin û wê bernameya çalakiyên xwe di meha Sibatê de bi raya giştî re parve bike.