Li Dûîsbûrgê ji bo kampanyaya ‘Darizandina dîktator’ çalakî

Li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê di çarçoveya kampanyaya “100 sedem ji bo darizandina dîktator, 100 hezar îmze” mitîngek hate lidarxistin.

Li Dûîsbûrg a Elmanyayê, di çarçoveya kampanyaya ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd-Ewrûpayê (TJK-E) û Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel 25’ê Mijdara 2020’an starta wê danî ya “100 sedem ji bo darizandina dîktator, 100 hezar îmze” de çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiya navbera seat 16:00-17:00’an de li ber Dûîsbûrg Forûmê hatî lidarxistin, li ser navê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel Amara Çiya axaftine kir.

Çiya ya ku di derbarê mebesta kampanyayê de axivî, bal kişand li ser greva birçîbûnê ya bêdawî û bi bidorveger a ku 27’ê Mijdarê li girtîgehên Tirkiyeyê li dijî tecrîdê hatî destpê kirin û diyar kir ku greva birçîbûnê bi hemû şertên xirab jî dom dike.

Li ser hev dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Girtîgehan valebikin, girtiyan azad bikin” û “Katîl Erdogan” berz kirin.

Di çalakiyê de ku îmze jî hatîn komkirin, ji bo tevlîbûna mîtînga roja 23’ê Çileyê li Dusseldorfê di seat 13:00’an de ji bo “Piştevaniya bi greva birçîbûnê û azadî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan” bang hate kirin.