Dayikên Şemiyê li berpirsên qetilkirina Ayşenûr Şîmşek pirsîn

Dayikên Şemiyê di hefteya 826’an a çalakiya xwe de li berpirsên qetilkirina Seroka avakara Şaxa berê ya Saglik-Sen a Enqerê Ayşenûr Şîmşek ku 28’ê Çileya 1995’an hatibû qetilkirin pirsî, banga vekirina lêpirsînê kirin.

Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî ji bo pirsa aqûbata xizmên xwe yên dema destgîrkirî hatine qetilkirin û windakirin di hefteya 826’an de li berpirsên Seroka avakara Şaxa berê ya Sendîkaya Kedkarên Cemawerî û Xizmeta Civak û Tenduristiya Tirkiye (Saglik-Sen) a Enqerê Ayşenûr Şîmşek ku 28’ê Çileya 1995’an hatibû qetilkirin pirsîn.

Xwişka Şîmşek, Fatma Şîmşek a axivî diyar kir ku ji 25’ê Çileya 1995’an û şûnde ti agahî ji xişka xwe negirtiye û destnîşan kir ku ti encamek ji lêgerîn û pirsîna 3 mehî nehate girtin. Şîmşek got: “Nexasim berî mehekê qereqolê bang li bavê min kiribû û gotibû; ‘Ji keça xwe re bêje bila bê xwe radest bike, yan ev wê ji bo wê nebaş be’ tehdît kiribûn. Piştî qetilkirinê bi 2 mehan û şûnde me nûçeyek ji Rojnameya Mîlliyet girtibû. Wêneyê li ser nûçeyê yê roja hatibû qetilkirin bû. Li ser vê nûçeyê em çûn Kirikkaleyê li ser vî wênî me ew tesbît kir. Ew bû. Li goristana bêkesan definkiribû.Ayşenûr şoreşgerek bû. Xizmetkirina ji bo gel weke erkek xwe didît. Parêzvanê mafê gel ê demokratîk bû. Ev raman li gel dewletê sûc bû. Yên Ayşenûr qetil kirin, bê ku hesab jê bê xwestin dijîn.”

Birayê Hasan Ocak ê 21’ê Adara 1995’an dema destgîrkirî hate qetilkirin û piştre cenazeyê wî hate dîtin Huseyîn Ocak axivî û bal kişand ku bi salan e têkoşîna wan dom dike. Ocak bibîr xist ku vê têkoşînê bi salan e li gel kesên xizmê xwe winda kirine didomînin û got: “Em bi heyetekê re ji Stenbolê çûn Enqerê. Li Enqerê bi malbata Ayşenûr re ev têkoşîn veguherî rêxistinkirinê. Bang li mirovan dikin ku hestyar bin. Piştî du mehan me cenazeyê Ayşenûr dît û hatibû êşkencekirin. 26 sal derbas bû hem ji bo Ayşenûr û hem jî malbatên din daxwaza edaletê dikin. Em ji bîr nakin, efû nakin.”

Ji mirovên Şemiyê vê hefteyê Turkan Ocak daxuyanî da. Ocak anî ziman ku dewlet erka xwe ya ji berpirsyariyên di dema binçavan de qetilkirina mirovan bicih naîne. Ocak got: “Ji ber ku erka xwe pêk naîne ev 826 hefte ne bang li meqamên darazê dikin.”

Ocak a daxwaza edaletê dubare kir û wiha domand: “Şîmşek sala 1990’î di nava xebatên birêxistinkirina kedkarên tenduristiyê de cih digirt, dema ev kar dikir du caran hate destgîrkirin, êşkenceyên giran lê hatin kirin. Herî dawî malbatê wê 24’ê Çileya 1995’an bi Ayşenûr re têkilî dan û ji wê dîrok û vir ve êdî ti agahiyek jê negirtine. Malbat a li ser vê serî li emniyet, dozger û Wezareta Karê Hundir da gotin ku; ‘Keça te destgîrkirî ye’ Hemû hewldanên hiqûqî bê encam man. 21’ê Adara 11995’an bi daxuyaniyeke ya çapemeniyê ji bo lêgerînê dest bi kampanyayekê hate kirin. Dema ku kampanya dom dikir 11’ê Nîsana 1995’an li Rojnameya Mîlliyetê nûçeya cenazeyê jinekê li Kirkkaleyê hatiye dîtin. Li ser vê malbatê serî li Serdozgeriya Kirikkaleyê da. 12’ê Nîsana 1995’an li Goristana Bêkesan a Kirikkale cenazeyê keça xwe dîtin. Li gorî rapora otopsiyê 28’ê Çileya 1995’an hatiye kuştin û li ser bedena Ayşenûr şopên êşkenceyê hebûn. Ji nêz ve bi çekê ji serî û singa wê gule lê ketibûn û wisa miribû. 29’ê Çileya 1995’an cenazeyê wê li ber rêya Kirikkaleyê hatibû dîtin.

Ocak destnîşan kir ku 3 hefteyan cenazeyê Ayşenûr li morgê hatiye rawestandin û bê ku agahî bidin malbatê weke ‘kesekî nasnameya wê neyê zanîn’ li goristana Bêkesan a Kirikkaleyê hate definkirin. 26 sal in li ser dosyaya Ayşenûr Şîmşek lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin. Yên Ayşenûr qetil û êşkence kirin bi mertalê bê cezatiyê tên parastin. Banga lêpirsînê dikin.”