Wesayîta leşkerî pê li Kurdek 70’ê salî kir
Li navçeya Gêl a Amedê wesayîta leşkerî ya Tirk li Şukru Gunay ê 70’ê salî qelibî. Gunay bi giranî birîndar bû.
Li navçeya Gêl a Amedê wesayîta leşkerî ya Tirk li Şukru Gunay ê 70’ê salî qelibî. Gunay bi giranî birîndar bû.
Li aliyê Beyaz Toprak a Taxa Dere ya navçeya Gêl a Amedê wesayîta leşkerî ya Tirk li Şukru Gunay ê 70’ê salî qelibî. Gunay li navenda Gêlê dijî, dema diçe gundê Kazanli di encama lêdana wesayîta leşkerî de bi giranî birîndar bû. Ji aliyê tîmên tendirûstiyê yên hatîn cihê bûyerê ve Gunay rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Gêlê, ji vir jî sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Gazî Yaşargil kirin.
Hate diyarkirin ku talûkeya jiyanî ya Gunay heye.