Akgun a 75 salî ku xwe parast hate girtin

Nîmet Akgun a 75 salî ku li dijî şidetê xwe parast, girtin û şandin girtîgehê.

Nîmet Akgun a 75 salî ku li Taxa Bahçelerustu ya girêdayî navçeya Mamak a Enqereyê dijiya, ji bo ku xwe û keça xwe ya astengdar ji şideta Alî Akgun ê 80’ê salî biparêze neçar mabû ku bikuje.

Hate zanîn ku Akgun girtine û şandine Girtîgeha Sincanê. Keça wê ya 50’î salî ku astengdare jî li Bolûyê di saziyek a dewletê de bicih kirin.

Cîranên Akgun anîn ziman ku Nîmet Akgun hertim bi şidetê re rû bi rû dima.

Hate zanîn ku mêrê hatî kuştin şidet li keça xwe ya astengdar jî dikir.