Aktîvîsta TJA'yê Olbecî hate destgîrkirin

Polîsên Tirk bi hinceta lêpirsîna têkildarî Kobanê avêtin ser mala aktîvîsta TJA'yê Zeynep Olbecî û ew destgîr kirin.

Aktîvîsta Tevgera Jina Azad (TJA) Zeyneb Olbecî, bi lêpirsîna ser Kobanê re serê sibehê avêtin ser mala wê ya li Stenbolê û ew destgîr kirin.

Li gorî agahiyên hatî bidestxistin, lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve bê rêvebirin, lewma ew birin Enqereyê.

Bi destgîrkirina Olbecî ve girêdayî TJA daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku aktîvîsta wan siyasetmedar û aktîvîstek a têkoşîna azadiya jinê ye. Her wiha di daxuyaniyê de bal kişandin ser qetilkirina jinan û gotin ku ew kesên her roj jinê qetil dike, jiyana wan xira dike, azad dihêlin. Lê jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin tên destgîrkirin. Daxuyanî bi gotinên 'Bijî têkoşîna jinê, bijî berxwedana me" bi dawî lê hat.