Qetilkirina Seda El Hermas û Hind El Xidiêr protesto kirin

Qetilkirina Hevseroka Meclîsa Til El Şayir Seda El Hermas û Hind El Xidêr, li Minbic, navenda Kobanê û Sirînê hatin protestokirin.

SIRÎNÊ

Nerazîbûnên li hemberî bûyera qetilkirina Hevseroka Meclîsa bajarokê Til Şayir ê navçeya Deşîşe ya kantona Hesekê Seda El-Hermas û cîgira hevserokatiyê Hind El-Xidêr ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve zêde dibin.

Kongreya Star ya navçeya Sirînê çalakiyek lidar xist û got hedefgiritina jinên kedkar û çalak, tê wateya hedefgirtina civaka demokraîtk.

Bi sehan jin û şêniyên navçeya Sirînê li deriyê ketina bajêr kom bûn û heta Şaredariya Sirînê meşiyan.

Li ber Şaredariyê bi navê Kongreya Star endama Edaleta Jinan Felek Yusif axivî û sûcên ku li dijî jinan ji hêla dewleta Tirk a faşîst ve şermezar kir.

Felek destnîşan kir ku ev ne cara yekê ye ku jin tên hedefgirtin û got ku Komkujiya Silopî, Parîs, Helinc, şehîdxistina Hevrîn Xelef li ber çavan in. Felek piştrast kir ku şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi jinan destpê kir û dê bi pêşengiya wan bi ser keve.

Meş bi berzkirina dirûşmên şermezarkirina sûcên li dijî jinên têkoşer bi dawî bû.

MINBIC

Meclîsa Jinan Minbicê girêdayî bi heman çarçoveyê daxuyanî da, qetilkirina her du rêveberên jin ên meclisa bajarokê Deşîşayê û komkujiya li Til Rifetê şermezar kirin.

Jinên beşdar wêneyên endamên rêveberiya meclîsa Til Şayir hildan. Endama rêveberiya Meclîs Jinan Fadiya Resûl daxuyaniyek bi tevlîbûna endamên sazî û komîteyên girêdayî jinan li pêşiya avahiya Meclîsa Jinan xwend.

Di daxuyaniyê de hedefgirtina Seda El-Hermas Hind El-Xidêr û êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî sivîlan li Til Rifetê hatin şermezarkirin ku di encamê de jinek û du zarok hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jinan di dirêjahiya salên borî de, li hemberî tevahiya zehmetiyan li ber xwe da û gelek destkeftiyên bêhempa bi dest xistin.

Her wiha hate diyarkirin ku ji ber ku jinan li hemberî DAÎŞ`ê li ber xwe da û di gelek waran de bi ser ket, dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe hewl dide vîna jinan bişkîne, ji ber wê her du endamên jin kirin hedef.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Mîna van bûyeran jinên Minbicê bi taybet û jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê natirsînin. Yan jiyana bi rûmet yan jî em bi rûmeta xwe gorî erdê bibin.”

Piştî ku daxuyanî bi dawî bû, jinan sloganên silavkirina berxwedana jina azad û gelên azad berz kirin.

Fatima El-Hemîd daxuyaniya rêxistinan li pêşiya avahiya Yekîtiyan a li rojavayê bajarê Minbicê

Daxuyanî wiha ye:

“Şaneyên DAIŞ`ê yên terorîst di radeya yekemîn de jinên pêşeng û yên ku di saziyên rêveberiyê de kar dibin, bi zanabûn dikin hedef. Di encama hedefgirtina wan koman de, hevalên me Sade El-HIrmas û Hind El-Xidêr hatin kuştin.

DAÎŞ`ê bi rêya mîna van bûyerên xedar dixwazin vîna jina azad bişkînin û têkoşîna wê têk bibin. Bi taybet ji ber ku jinan li ser tevahiya astên civakî, siyasî, leşkerî û îdarî roleke sereke û çalak lîst.

Em mîna van bûyerên ku jinan û civakê dikin hedef şermezar dikin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAÎŞ`ê rûyên diravekî ne û bi heman rêbazan terorê li dijî gelê me pêk tînin.

Em komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Til Rifetê di 23`yê Çileyê de pêk aniye, şermezar dikin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku helwestên cidî li dijî van sûcan û terora DAÎŞ`ê bigirin û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên me rawestînin.”

GIRÊ SPÎ

Li Eyn Îsayê jî Kongreya Star a Kantona Girê Spî, sûca hovane ya li dijî jinên endamên meclisa bajarokê Til Şayir bi daxuyaniyekê şermezar kir. Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Girê Spî Xilûd El-Cedûi daxuyaniya kongreyê xwend. Tevahiya jinên karmendên komîteyên meclisên navçeya Eyn Îsa û kantona Girê Spî, tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de qetilkirina her du rêveberên Meclîsa bajaroka Til El-Şayir hate şermezarkirin

Di daxuyaniyê de hate xuyakirin ku berspirên vê bûyerê ji hedefgirtina jinan armanc dikin, vîna jina azad a têkoşer di tevahiya warên kar de bişikînin. Bi taybet piştî ku ji zihniyeta mêran xilas bû.

Di daxuyaniyê de êrişên ku jinan di radeya yekemîn de dikin hedef, hatin şermezarkirin.

Her wiha bang li tevahiya jinan hate kirin ku jin tê gihêjin tevahiya komployên ku vîna jina azad dikin hedef û soz hate dayîn ku rêya jinên têkoşer heta pêkanîna armancên wan û azadkirina tevahiya jinan ji zihniyeta mêran, were şopandin.