7 sal ceza li aktivîsta TJA'yê Gul hate birîn

Bi îdîaya ku 'endama rêxistinê ye', 7 sal û 6 meh ceza li aktivîsta TJA'yê Fatma Gula hate birîn, ku ji ber xebatên wê yên li TJA, KJA û KCD'ê doz lê hatibû vekirin.


Danişîna aktivîsta TJA'yê Fatma Gul li Dadgeha Cezayê Giran a 10'ana Amedê hate dîtin. Gul bi rêya Pergala Deng û Dîtbariyê ya ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê tevlî danişînê bû.

Fatma Gul di îfadeya xwe de got bi çarçoweya têkoşîna jianan tevlî nav xebatên KCD'ê, TJA û KJA'yê bûye, aktivîsta jinan e û bi sedema rewşa tendiristiya wê û girtîbûna wê xwest ku were berdan.

Dadgeha Tirk bi îdîaya 'endama rêxistinê ye' 7 sal û 6 meh ceza li Gul birî û xwest ku girtî bimîne.