Rêxistina Jinan a PYD'ê ji bo çalakiyên 27'ê Çileyê banga tevlîbûnê kir

Rêxistina Jinan a PYD'ê Şaxê Ewropayê, li dijî êrişkariya DAÎŞ'ê û dewleta Tirk a li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, bang li her kesî kir ku 27'ê Çileyê tevlî çalakiyên li tevahiya Ewropayê bibin.

Hevseroka Bajarokê Til El Şayir a Deşîşa ya li başûrê Kantona Hesekê Seda Feysel El Hermas û Alîkara wê Hind Letîf El Xidar 22'ê Çileyê hatibûn revandin û bi rengekî hovane hatibûn qetilkirin. Têkildarî vê hovîtiya ku bi destê çeteyên DAÎŞ'ê hate kirin, Rêxistina Jinan a PYD'ê ya li Ewropayê-Rojava daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, di demekê de ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bombeardûmanê li herêmên Şehba û Til Rifatê dike, ev êrişa hovane hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev êrişkarî jî nîşan dide, êrişên DAÎŞ'ê û dagirkeriya dewleta Tirk du aliyên yek diravî ne.

Di daxuyaniyê de pêşengiya jinê ya li nava Rêveberiya Xweser hate bibîrxistin û êriş û sûcên bi taybetî li dijîjinê tên kirin, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jin bi îrade û têkoşîna xwe hewl didin krîza li Sûriyeyê çareser bikin û bingehekê ji demokrasiyê re deynin, lewma dibin hedefa êrişên bi vî rengî.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên sivîlên li Til Rifet û Şehbayê hatin qetilkirin, hate xwestin û ji bo çalakiyên 27'ê Çileyê yên li tevahiya Ewropayê bi pêşengiya Rêxistina Jinê ya PYD'ê û Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bên lidarxistin, banga tevlîbûnê hate kirin.