Tecrîd û qirkirina jinê li Sydneyê hate şermezarkirin

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê bi pêşengiya jinên Kurd li dijî tecrîd û qirkirina jinê çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakiya ku Komîteya Jinê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêşengî jê re kir, roja Yekşemê pêk hat. Di çalakiyê de, greva birçîbûnê ya li girtîgehan hate silavkirin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê.

Di çalakiyê de her wiha sûcên li dijî jinan ên li Efrîna dagirkirî tên kirin jî hatin şermezarkirin.

Nûnera Komîsyona Jinê axivî û got, "Di serî de jinên Kurdistanî, tevgera jinê ya cîhanê wê bibe kabûsa dîktatoriya Erdogan."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku jinên Kurdistanî û jinên enternasyonalîst wê ji bo azadiya Ocalan têkoşîna xwe xurtir bikin.

Di çalakiyê de ji bo kampanya "100 sedemên ji bo darizandina dîktator Erdogan" îmze hatin komkirin.