Li Amedê ji ber şideta mêr 2 jin hatin qetilkirin, 2 kes jî birîndar bûn
Li Amedê mêrê bi navê Mehmet Buyuk hevjîn û keça xwe ya ku şidet li ser wan pêk dianî qetil kir, 2 kes jî birîndar kir.
Li Amedê mêrê bi navê Mehmet Buyuk hevjîn û keça xwe ya ku şidet li ser wan pêk dianî qetil kir, 2 kes jî birîndar kir.
Mêrê bi navê Mehmet Buyuk ê li Taxa Hantepe ya Yenîşehîr a Amedê dijî, hevjînê xwee Sureyya Buyuk û keça xwe ya navê wê nehate zanîn kuşt. Buyuk kurê xwe û xwişka hevjîna xwe ku hê navê wê nehatiye zanîn jî birîndar kir. Birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yeşîlgîl.
Hate ragihandin ku xwîka hevjîna Buyuk a giran birîndar di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de tê dermankirin, xeteriya jiyana wê heye.
Buyuk ê piştî bûyerê reviya, ji bo dîtinê xebatên lêgerînê hate destpêkirin. Dozger li ser bûyerê lêkolînek mezin da destpêkirin.
Li gorî agahiyên hatin girtin, Sureyya Buyuk ji ber şideta hevjînê xwe berî mehekê ji mala xwe veqetabû, li mala strînê bicih bûbû. Li ser navbeynkariya malbatê Sureyya ya li gel hevjînê xwe re li hev hatin, vegeriyabû mala xwe.