Endamên TJA'yê û Meclîsa Jinan a HDP'ê têkildarî biryara girtina Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan û aktîvîst Zeynep Olbecî daxuyaniyek li ber avahiya HDP'ê ya Mêrdînê dan.
Di çalakiyê de wêneyên Gokkahn û alên TJA'yê hatin hildan. Bi navê çalakgeran aktîvîta TJA'yê Eylem Amak daxuyanî da.
Amak nerazîbûn nîşanî girtina Gokkan û Olbecî da û diyar kir ku TJA rêxistina sîwanî ya jinên Kurd e ku ji bo azadiya jinê têdikoşe.
Amak destnîşan kir ku ne têkoşîna azadiyê ya jinê, divê kiryarên destavêtin, destdirêjiyê bên darizandin û got, "Ne polîtîkayên we yên li dijî jinan, lê belê têkoşîna me ya jinê ya rêxistinbûyî wê bi ser bikeve. Divê Ayşe Gokkan û Zeynep Olbecî tavilê bên berdan."
Daxuyanî bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana jinan" bi dawî bû.