Çeteyan jina ciwan a asengdar li Efrînê revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 23’yê Çileyê li Efrînê jina ciwan a bi navê Xalîde ya astengdar revandin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ku agahiyên xwe spartine çavkaniyên xwecihî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker şeva 23`yê Çileyê avêtin ser mala kesê bi navê Hisên Henan ê ji gundê Yalanqûzê yê girêdayî navçeya cindirêsê ya Efrînê û keça wî Xalîde ya astengdar revandin.

Li gorî agahiyan çeteyan deriyê qata herî jor a xanî şikandine û ketine malê, endamên malbatê êşkence kiri û keç wan revandin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku bavê Xalîde Hisên Henan jî piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatibû revandin û demeke dirêj di zîndanên dewleta Tirk de mabû.