Jinên ku qîrîna wan bi bêdengî hate veşartin

Li Îranê ku bi her cûreyî tundî li jinê dike, jin her roj tên kuştin û bi bêdengî tên veşartin. Kes ne nav ne jî qîrîna wan jinên hatin qetilkirin dibihîze.

Li cîhaneke kor, kerr û lal, qîrîna wan hate veşartin. Lê belê jin jiyan bû. Û ya ku tovên destpêkê li nava xakê reşand ew bû, fêkiyên destpêkê wan stewandin. Ew fêkî jî bûbû jiyan û li mirovahiyê vegeriya bû. Ji bo bijî û bide jiyîn. Ji bo hebûnê. Lê ji ku zanî bû ku ew ax wê bibe warê qîrînên wê yên neyên bihîstin. Halbûkî wateya binaxkirinê gelekî cuda bû. Yên dihatin veşartin di gihayên cuda de şîn dibûn.

Yên ku berê can didan xakê, ji aliyê bav, kur, bira, hevserên ku jiyan dan wan ve dihatin qedandin. Mîna E.R. a ku sala 2019'an li Mako hate veşartin. Î.D. a ji Makoyê ragihand ku jina bi navê E.R. a dayika sê zarokan, ji aliyê bavê xwe ve hate kuştin û bêyî kes pê bihese hate veşartin.

Î.D. wiha qalê dikir: "

ÎD'ê wiha behsa rûdanê dike: ''Li ser îdîayên tîyê wê yên derheqê wê hevjîna wê dişînin mala bavê. Bavê wê li bara vê rewşê beriya ku lê guhdar bike dixwaze wê bifetisîne. Dayika wê bang li cîranan dike û digihînin nexweşxanê. Piştî ku ji nexweşxanê vedigerin bavê wê, wê dikuje. Piştre xwîşka jina ku hatî kuştin, dîsa bi hevserê wê re tê zewicandin. Bavê wê ji hêla dewletê ve du heftiyan tê girtin, piştre jî dadger dibêje, ''saeta te xweş, du kesên din jî weke te bikin, jin wê werin ser rê.'' Li ser kuştina jina bi navê E.R ti agahî bi dest neket, haya çapemeniyê jî jê çênebû. Bû yek ji wan jinan ku qêrîna wê bi bêdengî hatî veşartin. Ya ku ser wê hatî girtin, kes pê nizane.

Li gorî Ş.V ku ji Mêrîwanê ye, beriya bi du salan du keçapên hev li gundekî Mêrîwanê xwe kuştin. Hate gotin ji ber ku zexteke zêde ya li malbatan li ser jinên ciwan hebû, jinên ku temenê wan 27 bû, xwe daleqandin. Ev jî qet nehate bihîstin. Belê, ev rewşên hovîtî li bajarên cihê yên li Rojhilatê Kurdistanê hatin jiyîn û kesek pê nizane, ser wan tê girtin.

Bi gotina, ''Li Îranê ku qanûnên şerîatê serwer in, nayê payin ku ji bo van rûdanan cezayê bidin. Di vê rewşê de tundiya mêran her ku diçe zêdetir dibe. Bi gotina, ''destên te xweş bin'', xwe di ser kuştinan re diqevêzin. Li pergala zilamserwer jin tenê weke 'dermale' û 'qerwaş'an têne dîtin û ev miemele bi wan tê kirin. Heyf, ku li rejîma Îranê her roj jin têne kuştin, bi bêdengî têne veşartin. Hem jî bêyî ku kesek bi nav û qêrîna wan zanibe.