Li Serdeştê jinek hate revandin û bi hovîtî hate qetilkirin

Li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê Sonya Degkan ji aliyê çar kesan ve hate revandin û bi êşkenceyê hate qetilkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Kurdpayê, Sonya Dagkan ji aliyê 4 kesên xizmên xwe ve ji cihê kar hate revandin.

Li derveyî bajêr bi êşkenceyê hate kuştin. Bûyer beriya du hefteyan qewimî.

Li gorî nûçeyê dayika wê piştî ku 10 rojan nekarî agahiyê ji Sonya werbigire agahî da qereqolê.

Di encama lêpirsînê de bira û biraziyê jin a ciwan di 24'ê Çileyê de hatin destgîrkirin.

Herdu kes li xwe mikur hatin ku sonya kuştine û cenazeyê wê jî li erdekî vala veşartine. Her wiha li du kesên din tê gerîn.

Cenazeyê Sonya li cihê hate qetilkirin hate derxistin û otopsî lê hate kirin. Di encamê de jî eşkere bû ku jin a ciwan bi êşkenceyê hatiye kuştin.