YPJ: Serkeftina Kobanê soza me ya demê ye

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê di salvegera 6’an a Kobanê de hemû şehîdên têkoşînê bibîr anî û got: “Em ê bi ruhê berxwedana Kobanê wan bajarên xwe yên îro di bin dagirkeriya dijminê mirovahiyê ango çeteyên Erdogan û çeteyên DAÎŞ’ê de rizgar bikin.”

Fermadariya Giştî ya YPJ’ê bi boneya salvegera Berxwedana Serdemê ya Kobanê daxuyaniyek da û ev got: “Bi boneya salvegera 6. a rizgarkirina warê berxwedanê Kobanê di serî de li Rêberê gelan Rêber Apo, hemû rêhevalên me yên ku bi ruhên xwe yên fedayî ku îro bûne sembola berxwedana gelan, malbatên şehîdan, tevahî şervanên li ser rêya heqîqetê tekoşîn dikin, hemû dostên gelê Kurd û tevahî mirovahiyê pîroz dikin.

Şerê li Kobanê li hember hovîtiya dijminê mirovahiyê DAÎŞ’ê hate kirin. Berxwedana gelê herêmê ya bi felsefeya jiyana azad kêlî bi kêlî bi lehengiya neviyên xwedawendên Mezopotamya yên mîna Arîn û Rêvanan navê xwe li dîroka mirovahiyê bi tîpên zêrîn nivîsandin. Her çiqasî 6 sal li ser berxwedana Kobanê re derbas bû, em dikarin bêjin şervanên navên xwe di dîroka mirovahiyê de nivîsandine, îro bûne pêşengên tevahî jinên têkoşer. Di roja îro de di her qada jiyanê de şopdarên rêya Arîn û Avestayan bi ruhê berxwedana Kobanê, bi qehremaniya şervanên têkoşer yên di Berxwedana Serdemê de ji bo azadiya tevahî gelan canê xwe feda kirin, em dibînin îro bi hezaran jinên têkoşer û jinên ku dilê wan ji bo jîna azad lêdidin, tekoşîn dikin û li ber xwe didin.

Dengê azadiyê ya ku di dîroka 26’ê Çileyê de ku bi dengê berxwedaniyê misoger û di wê roja dîrokî de gihişte lûtkeyê, bi serkêşiya bi sedan keçên qehreman û çeleng ku dengê wan ji erdê hetanî asîmanan, ji bo ku dengê xwe bigihînin mirovahiyê, her yek ji wan bi desmala serkeftinê weke îro li kolanên Kobanê û di çeperên germ de cihê ku azadî lê hatibû dîtin, berxwe dan. Îro jî em bi heman dengî ji bo em azadiya Kobanê bigihêjînin dawî, em ê bi ruhê berxwedana Kobanê wan bajarên xwe yên îro di bin dagirkeriya dijminê mirovahiyê ango çeteyên Erdogan û çeteyên DAÎŞ’ê de ne rizgar bikin. Azadî û serkeftina ku li Kobanê hatî jiyîn, em ê di her sê bajarên xwe yên di bin dagirkeriyê de jî bidin jiyîn.

Herî dawî di kesayeta hevrêya xwe Avesta Xabûr tevahî şehîdên şoreşa Rojava, bibîr tînin û bejna xwe di tewînin. Salvegera 6. a rizgarkirina Kobanê li tevahî mirovahiyê pîroz dikin. Em weke fermandariya YPJ’ê soz û keyfxweşiya xwe ji vê rojê û hemû rojan re dibêjin. Ji bo bilindkirina têkoşîna xwe em ê di hemû çeperan de ala serkeftinê, heta pêkanîna xewn û xeyalên rêhevalên xwe yên bûn sedem ku em van rojan bijîn bilin hilgirin.”