‘Li Kurdistanê hemû xebatên me tê terorîzekirin’

Rêvebera Komeleya Jinan a Starê Rojbîn Bor got ku, “Handîkapa me ev e ku em nikarin kolanan bi kar bînin. Em tên îllegalîze û terorîzekirin.”

Komeleya Jinan a Starê salvegera xwe ya yekemîn pîroz kir û rapora xwe ya salane weşand. Di rapora xwe de diyar kirin ku di pêvajoya şewbê de şîddeta li ser jinan ji sedî 27,8 zêde bûye.Komeleyê di warê civakî, psîkolojîk û hiqûqî alîkarî daye jinên şîddet li wan tê kirin.

Yek ji damezirînera komeleyê Rojbîn Bor diyar kir ku li Wanê avakirina komeleyeke jinan pêdiviyeke mezin bû û got, “Li Wanê em demekê wekî platforma jinan xebitîn. TJA jî heye jixwe. Dema malên stargehî yên jinan bi KHK’yan hatin girtin, daîreya ji bo polîtîkayên jinan hate girtin û jinên siyasetmedar hatin astengkirin, divê li Wanê komeleyeke jinan bihata vekirin. Li Wanê feraseteke xurt a feodal heye. Li dijî jinên li hemberî polîtîkayên dewletê li ber xwe didin jî tundiyeke mezin heye. Qadên ku jin karibin şîddet, îstîsmar, qetlîam û tecawizên li ser xwe vebêjin gelekî kêm e û ne di rewşeke wisa de ne ku karibin mekanîzmaya xwe bi rê ve bibin. Ji ber vê jî me komeleya jinan a Starê ava kir. Me komele di 6’ê Çileya 2020’an de ava kir. Di destpêkê de me nîşan da ku ev saziyeke wisa ye ku jin karibin biçin. Li Wanê em bi hemû sazî û rêxistinên jinan re rûnişt, jinên ku şîddet li wan hatibû kirin jî em çûn serdana wan. Jinên ji kar hatine derxistin, hatine îxrackirin û jinên karsaz, em bi hemûyan re rûniştin.”

Bor diyar dike ku dema wan komele ava kir şewbê dest pê kir û got, “Di vê pêvajoyê de şîddeta li ser jinan ji sedî 27,8 zêde bû. Ev ji bo me rewşeke ne baş bû. Me nekarî em jinan bibînin. Li hemberî mekanîzmaya patrîyarkal em piştgiriyê didin hemû rêya alternatîf û avadaniyan. TJA jî yek ji van qadan e. Em piştgiriyê didin xebatên TJA’yê û wê proje û xebatên me yên hevpar jî hebe. Em ê atolyeyên zayendiya civakî ava bikin, em ê di vê atolyeyê de perwerdehiyê bidin zarok, mezin û mêran. Em ê rojên sînemayê çêkirin. Em ê ji vir qala fîlmên femînîst û têkoşîna jinan bikin. Wê xebatên me yên civakî hebin, em ê perwerdehiyên hiqûqî û tendirustiyê bidin.”

Bor diyar kir ku handîkapa wan a herî mezin bi dewletê re ye û got, “Em nikarin kolanan bi kar bînin. Em nikarin derkevin derve. Komeleya me salvegera xwe ya yekemîn pîroz dike. Em ê rapora xwe ya salane eşkere bikin, gelek wesayîtên zirxî û polîs tên ber devê deriyê me. Wekî ku em tiştekî îllegalîze dikin. Wekî ku em xebateke gelekî rêxistinî û siyasî dikin. Handîkapa me ya mezin ev e.”

Bor li ser Peymana Stenbolê jî got ku, “Peymana Stenbolê ji ber navê xwe wekî bi tenê li Tirkiyeyê heye lê ne wisa ye. Em jî piştgiriyê didin peymana Stenbolê, em jî daxuyaniyan didin, israr dikin û diyar dikin ku em ê tawîzê nedin. Em şoreşgerên neteweyeke bindest in. Dema ku em qala vî tiştî dikin jî nayê dîtin. Li rojavayê Tirkiyeyê dema çalakiya Las Tesîs hate kirin, gelekî deng veda. Jin dadikevin kolanan. Dema ez vî tiştî dibêjim, ez nabêjim ku xebata wan hêsan e. Li wê derê ji jinan re dibêjin marjînal. Li vir zextên li ser me gelekî tund in. Ev salek e em dixebitin, ez rêvebereke komeleya jinan im, di sala 2020’an de 26 lêpirsîn li min hate vekirin. Navê vî tiştî tacîza dewletê ye.”