JIN
Hemû Nûçe
-
Rûniştina doza çalakvana Kurd Werîşe Muradî careke din hate taloqkirin
Rûniştina doza çalakvana Kurd Werîşe Muradî ya ji aliyê hêzên Îranê ve hate girtin, bi hinceta ne amadebûna nûnerê dozger û şêwirmendê dadgehê cara duyem hate taloqkirin. -
Kongra Star: Em ê li dijî êrîşan bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têbikoşin
Kongra Star bi daxuyaniyekî êrîşa dewleta Tirk ku îro li Qamişloyê li dijî wesayîteke pêk anî şermezar kir û got, “Tu kes nikare îradeya jina azad têk bibe. Em ê dijî êrîşan bi felsefeya Jin Jiyan Azadî heta dawiyê têbikoşin.” -
Jinên ji tarîtiya DAÎŞ'ê rizgar bûn û ji bo azadiyê têkoşiyan
Piştî şoreşê jin ji bo karibin tevlî jiyana civakî bibin dest bi pêvajoya rêxistinbûnê kirin. Jinên ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibûn revandin, destdirêjî û êşkence li wan hatibû kirin. Ji bo bidawîkirina van travmayan jin tevlî saziyên civakî bûn. -
Rêya Berwar Dersim
Berwar Dersim di têkoşîna xwe ya 25 salan de ku ji sala 1999'an heta 2024'an dewam kir, li çiyê bi şer, eşq û gotinên xwe navê xwe li dîrokê nivîsand. -
'Têkoşîna li dijî tundiya li jinê mezin dibe'
Jiyan Hisên anî ziman ku Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinê destpê kir, lê di nava şoreşê de tundiya li dijî jinê bi dawî nebûye û behsa xebatên Kongra Starê yên rêxistinkirinê kir. -
Ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mûhammedî 36 hezar îmze hatin komkirin
Li dijî biryara darvekirina rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî û aktîvîst Şerîfe Mûhammedî bi pêşengiya Yekîtiya Çapemeniya Jinê 36 hezar îmze hatin komkirin. -
'Çekên rojnamevanên jin pênûs û zîhna wan e'
Rojnamevanên jin gotin, "Şehîdkirina rojnamevanên jin ku çekên wan pênûs û zîhna wan e, bi zelalî nîşanî me dide ku rola jinan çiqas bi bandor û xurt e û bûye sedema tirsa dijminên Kurdan." -
Gulistan...
Têkiliyên Gulistan ên hevrêtiyê xurt bûn, emanetên wê yên herî pîroz jî not, name û bîranînên biçûk ên hevrêyên wê bûn. Kê zehmetî bikişanda biçûk gel wê/î, çi ji destê wê bihata dikir. -
'Bi edaleta jinê em ê hesabê êrişan bipirsin'
Jinan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamevanan şermezar kirin û diyar kirin ku wê bêdeng nemînin. Jinan gotin, "Em ê bi edaleta jinê hesabê van sûcan bipirsin." -
Li Hindistanê sembola jin û serdemê: Jin Jiyan Azadî
Bûyerên destavêtinê yên li Hindistanê û bertekên li hemberî van bûyeran careke din nîşan da ku têkoşîna wekheviya zayendî çiqasî girîng û dijware. Dirûşma "Jin Jiyan Azadî" rolekî bi hêz e. -
Konferansa Navenda Lêkolînên Jineolojî
Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Mexmûrê 1’emîn Konferansa xwe lidar xist. Konferans 2 rojan berdewam kir. -
Divê bitirsin
Hevala me ya hêja Gulistan û hewrêya te û ya me kulîlka Kurdistanê Hêro ya dilaram; tirsiyan ji we, heta kevçika dilê xwe tirsiyan. Him neyar û him jî xulamên neyaran. -
'Dewlet li Kurdistanê destavêtinê rewa dike, mexdûran ceza dike'
Zaroka 16 salî ku li Mêrdînê 3 kesan dest avêtin wê, di encamê de ducanî ma, eşkere bû ku ji mirina pitika mirî ji dayik bû berpirsyar hate nîşandan û hate giritn. Gulîzar Îpek got, "Dewlet berpirsyaran diparêze, mexdûran ceza dike." -
Rojnamevanên Jin: Wê pênûsa Gulistan û Hêro li erdê nemîne
Rojnamevanên Jin, dan xuyakirin ku pênûs û kameraya Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên li Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, wê li erdê nemînin. -
YRJ: Dewleta Tirk û PDK kujerê rojnamevan û jinan e
YRJ’ê diyar kir ku di êrîşa li Başûr de 2 rojnamevan hatin qetilkirin û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û sîxurê wê PDK kujerê rojnamevan û jinan e. -
Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser banga xurtkirina têkoşînê kir
Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê û rojnamevanên jin, li dijî êrîşên dewleta Tirk a li hemberî rojnamevanan, banga xurtkirina têkoşînê kir. -
Milîsên KBDH’ê li Bûrsayê çalakî lidar xistin
Milîsên Rosîda Mêrdîn (Emîne Demîr) ên KBDH’ê, li Nûlîfer û Orhangazî yên Bûrsayê çalakî lidar xistin. -
TJK-E: Êrîş nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin
TJK-E’yê kedkarên Çapemeniya Azad Gulistan û Hêro yên ku li Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Ev êrîş ne wê bikarin çapemeniya azad bêdeng bikin, ne jî wê bikarin têkoşîna azadiya Kurd rawestînin.” -
Kevana Zêrîn, Delîla Meyaser bi bîr anî
Koordînasyona Kevana Zêrîn Delîla Meyaser a ku milîtanî û hunermendiya şoreşgerî kirî yek, di salvegera şehadeta wê de bi bîr anî. -
ROJIN: Em ê bi weşangeriıya xwe ya azad hesab bixwazin
ROJIN, li dijî êrîşên dewleta Tirk a li dijî rojnamevanan banga berpirsyariyê li çapemeniya navneteweyî, saziyên mafên mirovan û rêxistina jinan kir û got, “Em ê bi weşangeriya xwe ya azad hesab bixwazin.” -
Pêngava 'Em Hêvî ne, Em Aştî ne' balê dikişîne ser Qanûna Malbatê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca danasîna Qanûna Malbatê pêngav hatiye destpêkirin. Armanca pêngavê bidawîkirina tundiya li ser jinê û bi hişmendîkirina zilaman e. -
KJK: Dest ji hevkariya komkujiya Kurd berdin!
KJK’ê got ku serbestiya qada hewayî ya ku li Başûrê Kurdistanê, Şengal û Rojava pêşkêşî dewleta Tirk tê kirin, hevkariya komkujiya Kurdan e û bang li hêzên navneteweyî kir ku dest ji hevkariya komkujiyê berdin û her kes li dijî qirkirinê xwedî helwest be. -
Danişîna doza zilamê ku Yuksel Yargan qetil kir hat dîtin
Danişîna doza Yuksel Yargan a ku li Elmanyayê ji hêla hevjînê xwe ve hatibû qetilkirin taloq bû. Di daxuyaniya li ber dadgehê de peyama mezinkirina berxwedana jinan hat dayîn. -
Meclîsa Jinan a DBP'ê: Xebatkarên çapemeniya azad wê timî bibin dengê heqîqetê
Meclîsa Jinan a DBP'ê êrîşa li ser kedkarên çapemeniya azad şermezar kir û got, “Kedkarên kevneşopiya çapemeniya azad, li ser şopa heqîqetê wê pênûsa hevalên xwe li erdê nehêlin û bi her awayi bibin dengê heqîqetê." -
TJA'yê girtina zaroka ku rastî tecawizê hatibû şermezar kir
TJA'yê nerazîbûn nîşanî girtina zaroka ku rastî tecawizê hatibû, da û got, "Em ê têkoşîna xwe ya li dijî edaleta mêr û polîtîkayên bêcezakirinê mezin bikin. Em ê zaroka girtî tenê nehêlin.”