BI DÎMEN

Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser banga xurtkirina têkoşînê kir

Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê û rojnamevanên jin, li dijî êrîşên dewleta Tirk a li hemberî rojnamevanan, banga xurtkirina têkoşînê kir.

Di êrîşa bombeyî ya ku dewleta Tirk a dagirker duh li navçeya Seyîdsadiq a bajarê Silêmaniyê li dijî wesayîta rojnamevanên Kurd pêk anî de rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn. Di êrîşê de berpirsê Medya Dijîtal yê Produksiyona Chatrê Rêbîn Bekir jî di nav de 6 kes birîndar bûn.

Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê û rojnamevanên jin, li dijî êrîşa li hember rojnamevanan nerazîbûn nîşan dan û banga hestiyariyê li hemû saziyên mafên mirovan kirin.

Daxuyaniya Koordînasyona jin ji aliyê Berdevka Jin a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê Sozdar Mehmûd ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"Weke ku her kes dizane dewleta Tirk a dagirker di siyaseta xwe ya qirkirin û înkarkirinê de îsrar dike. Kiryarên hovane li dijî mirov, xweza û zindiyan pêk tîne. Ev demeke dewleta Tirk a dagirker xaka Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê parçe, parçe dagir dike û rojane welatiyan hedef digire. Kesên ku vê rastiya dewleta Tirk hem bi gelê Başûrê Kurdistanê re, hem jî bi gelê Kurd û qada navnetewî re parve dike, çapemeniya azad û rojnamevan in. Weke ku her kes dizane rojnamevan li çar aliyê cîhanê, her roj jiyana xwe dikin xeteriyê da ku rastiya bûyerên ku diqewimin ji raya gîştî re vebêjin û binpêkirinan ronî bikin.

Armanca vê êrîşê bêdengkirina dengê rastî û heqîqetê û rawestandina pênûsê ye. Em jî weke koordînasiyona Jin ya Rêvebiriya Xweser êrîşa li ser rojnemevanan şermezar dikin, ji malbatan re serxaxiyê dixwazin û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin.

Em weke koordînasiyona jin, li hember vê bûyerê bê bertek namînin û em ê têkoşîna Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn û hemû şehîdan bikin bingeha xebat û têkoşîna jiyana azad. Banga me ji bo tevahî jinan ew e ku asta têkoşîna xwe bilind bikin. Banga me ji bo federasiyon, Yekîtiya Ewropa û rêxistinên mafên mirovan re ew e ku li dijî dewleta Tirk bibin xwedî helwest.”