Merasîma sersaxiyê ji aliyê birayên şehîd Cafer Engîzek û KOMAW’ê ve li Salona Civînê ya Pir Armanc a Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin. Hevrêyên şehîd Engîzek, siyasetmedarên Kurd ên li sirgûnê, malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê beşdarî merasîmê bûn.
Salon bi wêneyên şehîd Cafer Engîzek û Rêber Apo hat xemilandin. Di merasîmê de li ser navê KOMAW’ê Şengê Kahraman û û Berdevka Înîsiyatîfa Navnetewî ya ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aşitî Havîn Guneşer axivîn û bal kişandin ser têkoşîna Engîzek û ruhê hevgirtinê yê gelê Kurd.
Malbat û KOMAW’ê serdanên sersaxiyê qebûl kirin û bi beşdaran re peyamên hevgirtinê parve kirin. Kurdistaniyan piştgiriya xwe ji bo malbatê nîşan dan.
Wê di 14'ê Adarê de ji bo şehîd Cafer Engîzek li Kolnê merasîmeke bîranînê bê lidarxistin. Agahiyên berfrieh ên merasîma bîranînê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.