BI DÎMEN

'Têkoşîna li dijî tundiya li jinê mezin dibe'

Jiyan Hisên anî ziman ku Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinê destpê kir, lê di nava şoreşê de tundiya li dijî jinê bi dawî nebûye û behsa xebatên Kongra Starê yên rêxistinkirinê kir.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şoreşa ku ji sala 2012’an û vir ve bihêztir bûye, bû sedem ku jin destketiyên girîng bi dest bixin, mafên xwe biparêzin û civakê birêve bibin. Lê tevî destketiyên ku şoreşê bi dest xistine jî, li herêmê tundiya li ser jinan didome. Em bi Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên, re li ser sedemên bingehîn ên tundiyê, nexşerêya Kongra Star a li dijî vê tundiyê û girîngiya xweparastinê axivîn.

Jiyan Hisên, behsa sedemên bingehîn ên tundiyê ya li dijî jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got, "Bingeha Şoreşa Rojava ji aliyê jinan ve hate danîn. Bi vê şoreşê re gelek xebat hatin destpêkirin. Lê belê di vê hawira şoreşger a bi salan e dewam dike de, nepêkane ku tundiya li hemberî jinê bi temamî ji holê rabe. Di nava du salên dawî de tundiya li hemberî jinê zêde bû. Ev tundî ji zîhniyeteke bi serdestiya mêr a xwe dispêre kevneşopî û adetan pêk tê. Em qala şoreşeke ku li çar aliyê cîhanê deng vedide dikin, lê belê eger hînê jin tên kuştin, rastî tundî û destavêtinê tên, divê em vê rewşê ji nû ve binirxînin. Pêwîste jin û mêr bi hev re bên zanekirin û guhertin."

Jiyan Hisên, nexşerêya Kongra Star a li dijî tundiya li ser jinan bi van gotinan rave kir, "Armanca me ya sereke xwe gihandina hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Kongra Star tevgereke jinê ye û xwedî li hemû jinan derdikeve. Çalakiya me ya sereke bilindkirina hişmendiya jinê ye. Em dixwazin bikin ku jin mafên xwe fêhm bikin, jinê li cewhera wê vegerînin, bi rêxistin bikin, jiyanê watedar bikin û kesayetiya wê ya têkoşer derxînin holê. Her wiha berpirsyariya me ye ku em mêran perwerde bikin, hişyar bikin. Ji bo bicihanîna vê yekê, bi xebatên serdanên malan, lidarxistina semîner, panel û civînan re em hewl didin bi cih bînin."

GIRÎNGIYA XWEPARASTINÊ

Jiyan Hisên, destnîşan kir ku sedema zêdebûna tundiya li dijî jinê, nebesiyên ku di xweparastinê de derdikevin holê ye û wiha dom kir, “Zêdebûna tundiyê û nebûna hişmendiya xweparastinê yekser bi hev ve girêdayî ne. Li hemberî jinên ku parastina xwe ya cewherî xurt dikin, ti kes nikare tundiyê pêk bîne. Jina ku bi xweparastinê hesiyaye hem di warê fîzîkî hem jî di warê fikrî de dikare xwe biparêze. Ji bo parastina cewherî, pêwîste jin di xeta azadiya jinê de kûrbibin û bêhtir têbikoşin. Jina ku xweparastina xwe bi dest ve tîne, jineke ku maf, erk û berpirsyariyên xwe nas dike ye. Jin bi perwerdekirin û zanakirina di aliyên leşkerî, siyasî, civakî û çandî de dikarin parastina xwe ya cewherî xurt bikin. Her wiha, di guherîn û veguherîna zîhniyeta bi serdestiya mêr de bi roleke bingehîn radibin, dikarin parastina xwe ya cewherî misoger bikin. Wê demê bi xweparastinê dikarin pêşî li tundiyê bigirin.”

ROLA TÊKOŞÎNA CIVAKÊ YA LI HEMBERÎ TUNDIYÊ

Jiyan Hisên, destnîşan kir ku holê rakirina tundiya li ser jinê ne tenê berpirsyariya tevgerên jinan e, di heman demê de hewcehî bi pêşxistina hesasiyetê di civakê de heye û wiha dewam kir, "Divê kesayetên civakê mafên xwe bizanibin û nas bikin; Ji ber vê yekê divê mafên kesên din binpê neke. Kesên ku mafên xwe diparêzin û mafên xwe bi dest dixin jî divê li kesê din bifikirin. Ji ber vê yekê divê wekheviya di navbera zayendan de pêk were. Bi vî rengî wê newekheviya zayendî ji holê bê rakirin. Weke tevgera jinê, pêşengiya civakê weke erk û berpirsyariya xwe ya sereke dibînin. Lê belê ji bilî vê yekê divê mirov erk û berpirsyariyên xwe ji bîr nekin. Eger em îro behsa avakirina malbateke demokratîk dikin, ne pêkane ku bi têkoşîneke yekalî malbateke demokratîk were avakirin. Di vê çarçoveyê de zêdeyî du sal in me sîstema perwerdê yên mêran a xweser birêxistin kiriye."

STRATEJIYÊN PERWERDEYÊ

Jiyan Hisên, diyar kir ku ji bo tundiya li dijî jinê bi dawî bibe, teqez divê civak bê zanakirin û perwerde kirin û got, “Ji destpêka şoreşê ve armanca me ya sereke ew e ku em wekheviyê di navbera zayendan de pêk bînin. Ji bo aştî, edalet û demokrasî di nava civakekê de hebe, wekheviya navbera zayendan esas e; Divê her kes bi awayekî wekhev xwedî li mafên xwe derkeve. Di destpêkê de me giranî dan perwerdeyên ji bo jinan. Lê belê me fêm kir ku perwerdeya yek alî nikare asta encamên tê xwestin bide. Em dizanin ku gavên me avêtine têrê nakin. Di vê çarçoveyê de em ê xebatên perwerde, zanekirin û ronîkirina civakê bidomînin. Em ê xebatên hişyarkirina zarokan zêde bikin."