ANALÎZ

Li Hindistanê sembola jin û serdemê: Jin Jiyan Azadî

Bûyerên destavêtinê yên li Hindistanê û bertekên li hemberî van bûyeran careke din nîşan da ku têkoşîna wekheviya zayendî çiqasî girîng û dijware. Dirûşma "Jin Jiyan Azadî" rolekî bi hêz e.

Di salên dawî de êrîşên li ser mafên jinan ên li Hindistanê û bertekên li dijî wan, pirsgirêkên kûr ên civakê derxistiye holê. Bi taybetî tundî û destavêtina li ser jinan, di beşeke mezin a civakê de hêrs û serhildan çêkiriye. Li Hindistanê kevneşopiyên paşverûtî, edetên bav û kalan ya koledîtin û kolekirina jinan ku girêdayî zagon û yasayên dewletê ne û weke rewa tên dîtin, di roja me ya îro de jî berdewam dike. Pergala qirêj a dijî jinan ku di her dewlet û desthilatdariyê de heye, li Hindistanê jî di astekî jor de tê jiyankirin. Ji ber wê yekê her ku diçe, bûyerên weke tundî, tacîz, tecawîz, destdirêjî, tune hesibandin û kolekirina jinan berdewam dike û zêde dibe. Di vê çarçoveyê de têkoşîn û berxwedana jinan a li Hindistanê bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" ku bûye sembola jinên cîhanê careke din derkete pêş.

ÊRÎŞÊN LI SER MAFÊ JINÊN LI HINDISTANÊ

Hindistan welateke ku di warê mafên jinan de ev demeke dirêje bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû maye. Bûyerên wek tundiya zayendî, destavêtin, tacîz û cudakariya li ser jinan li vî welatê mezin pirsgirêkeke berbelave. Her sal bi sedan jin rastî destdirêjiya mêr a qirêj tên, tên kuştin û ev mêr-dewletên ku vê yekê pêktînin bê ceza dimînin. Ev jî dibe sedem ku bûyerên wisa hîn zêdetir bibe. Norm û neheqiyên civakî nahêlin mexdûr dengên xwe bidin bihîstin û ev jî dibe sedem ku ev sûc berdewam bikin û weke rewa bên hesibandin. Van bûyeran nerazîbûnek cidî li ser ewlehî û mafên jinên li Hindistanê derxist pêş. Jin li qadên giştî xwe ewle nabînin û di rewşên ku qanûn têrê nake de neçar dimînin ku mafên xwe biparêzin. Ev rewş dibe sedema kûrbûna newekheviya zayendî û zexta li ser jinan.

DIRÛŞMEYA ‘JIN JIYAN AZADÎ’ BÛ DENGÊ BERXWEDANÊ

Diruşmeya “Jin Jiyan Azadî” cara yekem ji aliyê Rêber Apo ve hatiye gotin. Her wiha ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ve hatiye bikaranîn û bûye sembola azadî û berxwedaniya jinê. Ev dirûşme ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo jinên cîhanê jî weke hêviyek û hevgirtinê tê dîtin. Bi taybetî bûyerên vê dawiyê yên li Hindîstanê bûne sedem ku ev dirûşme li welat jî deng vede. Li bajarê Kalkuta yê girêdayî eyaleta Bengala Rojava ya Hindîstanê di 9’ê Tebaxê de bijîşkek jin a stajyer li nexweşxaneyê hatibû tecawizkirin û kuştin. Piştî bûyer hat bihîstin, li gelek deverên Hindistanê bijîşk derketin kolanan û hêrsa xwe anîn ziman. Bijîşkên ku ji zanîngehan heta garajên otobusan çalakî lidar xistîn, dirûşmeya, “Em edaletê dixwazin” berz kirin. Di çalakiyê de her wiha jinan pankarta “Jin jiyan azadî” ku bi Kurdî û Hindî hatiye nivîsandin vekir. Ev dirûşme banga berxwedana li dijî zilm û zordariya ku li ser jinan tê kirine. Ev dengê ku ji bo parastina mafê jiyanê ya jinan, parastina azadiya wan û mîsogerkirina wekheviya zayendî rabûye. Li Hindistanê jî ev dirûşmeya Rêber Apo cihê xwe di xwepêşandanên li dijî bûyerên destavêtinê de girt. Jinên li Hindistanê bi vê dirûşmeyê hewl didin dengê xwe hem li welatê xwe û hem jî li cîhanê bidin bihîstin.

MIZGÎNIYA VEGUHERÎNA CIVAKÊ

Ev berteka ku li Hindistanê li dijî destavêtin û tundiya li ser jinan zêde dibe, ne tenê wekî serhildanek kesane, di heman demê de wekî mizgîniyek a veguherîna civakî jî dikare were hesibandin. Jin xwe di bin dirûşmeya Rêber Apo de birêxistin dikin, dengê xwe didin bihîstin, mafên xwe diparêzin û gavên ji bo guhertineke radîkal li Hindîstanê diavêjin. Dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" weke sembola vê berxwedanê ye. Têkoşîna jinên li Hindistanê digihîne qada navneteweyî. Ev têkoşîn ne tenê li Hindistanê, li hemû cîhanê pirsgirêka hevpar a jinan e: Mafê jinê yê jiyanê, azadî û wekheviyê, tê binpêkirin. Bûyerên destavêtinê yên li Hindistanê û bertekên li hemberî van bûyeran careke din nîşan da ku têkoşîna wekheviya zayendî çiqasî girîng û dijware. Dirûşma "Jin Jiyan Azadî" ji bo bilindkirina deng û parastina mafên jinan rolekî bi hêze. Ev têkoşîna li dijî zext û zordariya li ser jinan li Hindistan û cîhanê, wê bibe yek ji hêmanên herî girîng ên veguherîna civakî û lêgerîna wekheviyê.