'Bi edaleta jinê em ê hesabê êrişan bipirsin'

Jinan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamevanan şermezar kirin û diyar kirin ku wê bêdeng nemînin. Jinan gotin, "Em ê bi edaleta jinê hesabê van sûcan bipirsin."

DAXUYANÎ

Li Minbicê bi dehan jinan nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclis Malbatên Şehîdan û Meclisa Jinan a Sûriyeyê ji bo şermezarkirina êrişa dewleta Tirk a dagirker a li bajarê Silêmaniyê ya li dijî wesayita rojnamevanan û şehîdxistina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatin ba hev.

Li vir Meclisa Kombûna Jinan a Zenubiya  ya Kantona Minbicê daxuyanî da. Daxuyaniya ji aliyê endama meclisê Nesrîn Hesen Mele eve hat xwendin.

Nesrîn Hesen êrişa  dewleta Tirk a dagirker a li dijî rojnamevanan şermezar kir û got: "Bi zanebûn rojnamevanên azad û azadiya derbirînê kir hedef. Ev êriş binpêkirina qanûnên navneteweyî û qanûnên mafên mirovan e."

Nesrîn bang li civaka navneteweyî kir ku erkên xwe bi cih bînin û zextê li dewleta Tirk bikin bila êrişên xwe li ser gelên herêmê û çapemeniya azadî bisekinine.

Nesrîn Hesen got: "Dengê şoreşa ’Jin, Jiyan, Azadî’ wê cîhanê belav dibe. Em ê bêdeng nemînin. Em ê ji bîr nekin, em ê bi edaletê jinê hesab bipirsin."