Meclîsa Jinan a DBP'ê: Xebatkarên çapemeniya azad wê timî bibin dengê heqîqetê

Meclîsa Jinan a DBP'ê êrîşa li ser kedkarên çapemeniya azad şermezar kir û got, “Kedkarên kevneşopiya çapemeniya azad, li ser şopa heqîqetê wê pênûsa hevalên xwe li erdê nehêlin û bi her awayi bibin dengê heqîqetê."

Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo rojnamegerên jin Gulîstan Tara û Hêro Behadîn ên di êrîşa dewleta Tirk a faşîst de hatin qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî da. 

Daxuyaniya DBP’ê wiha ye: “Îro li Silêmaniyê wesayîteke ku rojnamevan tê de bûn ji aliyê êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê ve hat bombebarandin. Em bi xemgîniyeke mezin hîn bûn ku di vê êrîşê de du jinên kedkarên çapemeniyê Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatine qetilkirin. Em vê qetlîama ku li dijî kedkarên çapemeniya azad, rojnamevanên jin ên Kurd pêk hatiye şermezar dikin. Li gorî agahiyên çapemeniyê, di êrişê de 6 rojnamevan jî birîndar bûne. Em ji birîndaran re şifayê dixwazin.
 
DIVÊ PDK DEST JI ŞIRÎKATIYA VÊ SÛCÊ RÛREŞIYÊ BERDE
 
Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ya ku li ser qirkirina gelê Kurd siyasetê dike, bi hewldanên berfirehkirina qada şer a li Başûrê Kurdistanê bi peymanên nû yên lihevkirinê, bênavber listikên xwe yên qirêj didomine. Rejîma AKP- MHP'ê ya li dijî Kurdan bi polîtîkayên xwe yên mêtingeriyê dixwaze ku bi awayeke berfireh axa Kurdistanê dagir bike û xeyalên Neo-Osmaniyê pêk bine. Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê ya ku rê li ber dagirkirinê vekiriye û bûye şirîkê vê yekê di heman demê de bûye sedema kuştina zarokên Kurdistanê. Gelê Kurdistanê tu carî vê yekê qebûl nake. Divê demildest PDK dev ji şirîkatiya sûcê rûreşiyê berde. Bi êrîşên bi vî şiklî hewl didin ku çapemeniya azad bêdeng bikin û sûcên şer ên ku li Kurdistanê pêk tînin veşêrin da ku negihêje raya giştî ya cîhanê. Lê divê were zanîn ku kedkarên kevneşopiya çapemeniya azad, li ser şopa heqîqetê wê pênûsa hevalên xwe li erdê nehêlin û bi her awayi bibin dengê heqîqetê. Serê gelê Kurdistanê sax be!