HEVPEYVÎN

Pêngava 'Em Hêvî ne, Em Aştî ne' balê dikişîne ser Qanûna Malbatê

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca danasîna Qanûna Malbatê pêngav hatiye destpêkirin. Armanca pêngavê bidawîkirina tundiya li ser jinê û bi hişmendîkirina zilaman e.

Kampanyaya 'Em Hêvî ne, Em Aştî ne' ya ku di 1'ê Tîrmehê de ji aliyê Rêxistina Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Sara ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin, bi hemû leza xwe dewam dike. Armanca pêngava ku wê di dawiya meha Tebaxê de biqede, danasîna Qanûna Malbatê ye. Qanûna Malbatê mafên medenî misoger dike û zewacên pirzewac û zarokan qedexe dike; li tundiya nav malê cezayên giran dide û ji bo parastina jin û zarokan tedbîran digire. Di heman demê de mijarên wekî hevberdan û zewacê bi rêkûpêk dike û hewl dide têkiliyên nav malbatê bi awayekî adîlane pêk bên.

Qanûna Malbatê di bin 6 sernavan de bi giştî ji 41 xalên; zewac, berdan, bandorên hevberdanê, derbara xizman, xizm û sûcên malbatî pêk tên.

Endama Rêxistina Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Sara Delal Osman têkildarî armanc û pêşketina pêngavê agahî da ANF'ê.

Delal Osman wiha axivî: “Ji ber zêdebûna tundiya li ser jinan me dest bi pêngaveke wiha kir. Ji ber ku zihniyeta serdest a mêr li gorî kevneşopî û edetên paşverûtiyê li jinan digire, zextê li ser jinan dike û mafên wan desteser dike, ji ber vê yekê me pêwîstî bi pêngavek bi vî rengî dît. Di çarçoveya vê pêngavê de em li şûna hişyarkirina jinan, em giraniyê didin ser hişyarkirina zilaman. Em bi zilaman re nîqaşan dikin û bi kûrahî li ser bingeha malbata demokratîk nîqaşê dikin.

Tundiya li ser jinê bi dawî nebûye. Em dizanin ku meylên tund ên li ser jinê hene û em dixwazin di vê pêngavê de pêşî li komkujî û tundiya li ser jinê ku di bin navê 'namûs û şerefê’ de tê kirin, bigirin. Di rastiyê de pêwîstiya jinan bi zanebûna hiqûqî hebû. Divê wê bizane ku qanûnên ku mafên jinan diparêzin hene û dem hatiye ku tundiya li ser laş û mejiyê xwe eşkere bike.”

Delal Osman da zanîn ku ev pêngav di çarçoveya pêşxistina Qanûna Malbatê de hatiye kirin û anî ziman ku li gund, bajarok û navçe û bajaran jî serdan hatine kirin û wiha bi dawî kir: “Ev serdan bi awayê serdanên malê, civîn, semîner û panelan pêk tên. Em broşuran belav dikin û der barê her xalên Qanûna Malbatê de agahiyan didin. Armanca pêngavê ew e ku mafên bi qanûnê ji bo jinên ku haya wan ji Qanûna Malbatê nîne re wan serwext bikin û modela malbata demokratîk pêş bixin. Eleqeya civakê ya ji bo pêngavê erênî ye û nîqaş zêde dibin. Gelek kesan Qanûna Malbatê bihîstibû lê naveroka wê nizanibû. Me di heman demê de pirsgirêkên girêdayî pêkhateyên malbatê û tundiyê jî çavdêrî kirin."