BI DÎMEN

Milîsên KBDH’ê li Bûrsayê çalakî lidar xistin

Milîsên Rosîda Mêrdîn (Emîne Demîr) ên KBDH’ê, li Nûlîfer û Orhangazî yên Bûrsayê çalakî lidar xistin.

MILÎSÊN KBDH'Ê

Milîsên Rosîda Mêrdîn a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH), bi daxuyaniyekê ragihand ku wan di 8'ê Tebaxê saet derdora 06:00'an beşa depoyê ya Kargeha Hilberînê ya Yacht a Koç Holdîng ê li Orhangazî ya Bûrsayê bi çalakiya sabotajê şewitandine û ev tişt hat gotin, “Em vê çalakiyê weke milîsên Rosîda Mêrdîn ên KBDH’ê digirin ser xwe.

Di 13'yê Tebaxê saet li dora 23.30’an de wesayîteke luks a li otoparka navenda kirîna Podyum Park a li navçeya Nîlûfer a Bûrsayê ji aliyê mîlîsên me Rosîda Mêrdîn  ve hate şewitandin.”

KBDH’ê diyar kir ku wan çalakiya xwe li dijî tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li dijî êşkence û zextên li hemberî girtiyên şorşger, êrîşên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê yên li dijî sivîlan û operasyonên dagirkeriyê pêk anîne. KBDH’ê di dawiyê de bang li hemû jinan kir ku tevlî nava refên KBDH’ê bibin û ji faşîzmê hesab bipirsin.