Kevana Zêrîn, Delîla Meyaser bi bîr anî

Koordînasyona Kevana Zêrîn Delîla Meyaser a ku milîtanî û hunermendiya şoreşgerî kirî yek, di salvegera şehadeta wê de bi bîr anî.

Koordînasyona Tevgera Çanda Jinan a Kevana Zêrîn bi daxuyaniyekê hunermenda şoreşger Delîla Meyaser (Şenay Goçer) a ku 24’ê Tebaxa 2007’an şehîd bû, bi bîr anî.

Daxuyaniya Kevana Zêrîn bi vî rengî ye:

“Di salvegera 17. ya şehadeta Heval Delîla Meyaser de em hemû şehîdên ku hunera xwe bi şer û jiyanê re kirine yek, mîna Şehîd Mizgîn, Viyan Peyman û Jînda Hewlêr, Berçêm Efrîn, Şehîd Ronahî û Arjîn û hemû şehîdên di oxira azadiyê de can dan û bûn pirek ji bo avakirina jiyaneke wekhev û azad bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.

Jinên hunermend ku çanda dayikê ya resen bi çand û berxwedaniye re kirin yek, tovên jiyana azad û wekhev çandin û ji bo Şoreşa Jinê ya çandî bûn pêşeng. Hunermendên jin bi şehadetên xwe lêgerînên xwe ye heqîqetê gihandin lutkeyê û riya hunera rast nîşanê me kirin. Li hember modîrneteya kapitalîst ku hunerê weke amurekê êrîşî civakbûyînê dikin û dixwazin civakê dîl bigirin û çanda popîlîst û ezez pêşbixin bûn seknek. Huner bi hest û ramanên jina azad re kirin yek û jiyan ji nû ve afirandin û xwe gihandin xwebûnê. Hunermend pîroziyen civakê ne. Hunermendê rast ew e ku karibê jiyana xwe bi berhemên xwe bi stranên xwe re bike yek. Mînaka herî şênber jî em dikarin heval Delîla nîşan bidin ku weke jineke hunermend û şoreşger karîbû eşqa çiyayan bi hunera xwe re bike yek û bi stranên xwe karîbû hemû sînoran derbas bikê û bigihêjê her derê.

Di sala 1999’an de dema Rêber Apo bi kompoloyeke navneteweyî dîl tê girtin, ev bandoreke mezin li ser heval Delîla didê çêkirin. Heval Delîla destpêkê di malê de dikevê gireva birçîbûnê lê dibînê ku ev yek bi tena xwe têrê nakê. Li ser wî esasî biryar dide û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û bi vî rengî hêrs û kîna xwe li hemberî dijmin mezin dike.

Heval Delîla di wê zanebûyînê de bû ku li hember dijminekî bi vî rengî hov û qirker tenê bi rêxistinbûyin û bi mezinkirina tekoşînê ewê karibê bibê bersiv. Heval Delîla di demeke kurt de karibû cihê xwe di dilê hemû gerîlayên azadiye de bigirê. Bi dengê xwe yê nazenîn, dikarî hemû hestên xwe û ruhê xwe yê paqij û zelal bînê ser ziman.

Heval Delîla eşqa xwe ya ji bo azadiye di stranên xwe de anî ser ziman. Bi strana ‘Benim Meskenim Dağlardır’ rêya ku îro pêwîste gelê Kurd û bi taybet ciwanên Kurd ji xwe re esas bigrin da nîşandan ku ew jî rêya çiyan e. Ji ber çiyayen Kurdistanê ji destpêka dîroka me da hertim ji me re bûn pal pişt, îro jî heman tişt derbasdar e û çiyayen me mertalên me ne û me diparêzên. Di Strana Can Welat de hestên herî kûr yen welatparêziyê û  heskirina vê xaka pîroz anîye ser ziman.

Di strana ‘Sê Jinên Azad û Zîlan’ de sekna xwe ya weke milîtaneke jin û bandora pêşengên Tevgera Azadiya Jinê li ser gel û gerîla tînê ser ziman û hêz û pêşengên jin di avakirina jiyaneke azad û wekhev de şîrove dikê.

Di strana xwe ya ‘Dil Dixwaze Herê Cengê de, pêwîstiyê şerê ji bo azadiye tînê ser ziman ji bo wê ji heval Delîla bi israreke mezin dixwaze li hemû çiyayen Kurdistanê bigerê, bi taybet li qadên ku lê şer bi dijwarî tê meşandin cih bigire. Piştî israreke mezin û li ser daxwaza xwe heval Delîla Meyaser  tevî komek hevalan derbasî qada Xerzanê dibê. Lê beriya ku bigihêjîn cihê xwe, li Botanê li Kêla Memê bi artêşa Tirk a dagirker û qirker re dikevin nava pevçûnekê û di encamê de tevî yazdeh hevalên xwe di 24’ê meha Tebaxê de tevlî karwanên nemiran dibe.

Tebax di dîroka gelê Kurd de xwedî girîngiyeke cuda ye, weke cejna vejînê tê pêşwazî kirin, berya niha 40 salan li Eruhê fîşeka yekemîn hate teqandin. Ew fîşek betona ku li ser civakê hatibû rijandin qelişand û di zinaran de gul vebûn, dara ku zuhabûyî ji nûve şînbû û govenda azadiye bi serpereştîya fermandar Egît hate gerandin. Ev govend her çû fireh û mezin bû û gihîşt bi milyonan. Lê dewleta faşîst û qirker a AKP û MHP’ê xwe li vê govenda azadiye ya bi heybet nagire û di qirkirina nasnama Kurdan de bi israr in. Herî dawî jî ferman dane ku her kesê govendê digerînin bigrin û êrîş dibin ser dawet û şahiyên civakê. Gelê Kurd ku bi Pêngava 15’ê Tebaxê ji xewa giran şiyar bû û bû xwedî hêz û vîneke ji polaye, ew ê tu êrîş nikaribin wan ji nasname û çanda wan dûr bixe. Li ser bingeha şerê gelê şoreşgerî ew ê li ber stran û awazên heval Delîla mil bi mil bi gerîlayen azadiyê re ku îro li çiyayen Kurdistanê di çeperan de şerekî bê hempa dimeşînin û destanên lehengiyê dinivîsînin, bi hevre dîlana azadiyê bigerînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.

Li ser vî bîngehî çawa ku di destpêka dîrokê de, erdnîgarîya Kevana Zêrîn ji civakbûnê re dayiktî kiriye û bi destê jin-dayik tovên çandî di hembêza xwe ya pîroz de gihandiye, em jî weke Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn soza belavkirina vê çandê û şopandina xeta şehîdan nû dikin û ala ku rakirine bi neqişandina jiyaneke azad tacîdar bikin.”