BI DÎMEN

Kongra Star: Em ê li dijî êrîşan bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têbikoşin

Kongra Star bi daxuyaniyekî êrîşa dewleta Tirk ku îro li Qamişloyê li dijî wesayîteke pêk anî şermezar kir û got, “Tu kes nikare îradeya jina azad têk bibe. Em ê dijî êrîşan bi felsefeya Jin Jiyan Azadî heta dawiyê têbikoşin.”

Kongra Star bi armanca şermezarkirina êrîşa dewleta Tirk a dagirker ku îro li Qamişlo pêk hat û di encamê de dayikek û kûrê wê şehîd bûn de, daxuyaniyek da çapemeniyê. 

Daxuyanî li bajarê Qamişlo li pêşîya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hat lidarxistin.

Li ser navê girseyê Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axivî û êrîş bi tundî şermezar kir.

Rîhan Loqo da zanîn ku di êrîşê de hevala wan Xalide Mihemed Şerif (45) û kurê wê (Hejar Ednan Silêman) şehîd bûne û got: “Armanca êrîşên dewleta Tirk qirkirin û têkbirina destkeftiyên jinan e. Bi vê mebesetê pêşengên şoreşê û gelên li dora felsefeya Jiyan Jiyan Azadî kom bûne dikin hedef.”

Rîhan Loqo ani ziman ku dayika Xalide ya di êrîşê de şehîd bûye jî yek ji pêşangên civakê bû û bi welatparêziya xwe dihat nasîn.

Rîhan Loqo da zanîn ku ev êrîş bi erêkirina hêzên navnetewî pêk tê û bêdengiya li hemberî êrîşan şermezar kir. 

Di dawiya axaftina xwe de Rîhan Loqo anî ziman ku tu kes nikare îradeya jina azad têk bibe û got “Em ê li hemberî êrîşan bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ heta dawiyê têbikoşin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.