Hêzên Parastina Civakî (HPC) yên bajarê Til Koçerê yê girêdayî Girkê Legê yê Kantona Cizîrê bi daxuyaniyek ragihand ku tevlî banga Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bûye û ji bo parastina herêmê bi QSDˋê re ketine tevgerê.
Endamê HPCˋê Etiye El Selmo li pêş navenda HPCˋê daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Piştî hilweşîna rejîma Baasˋê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên me, em îro di qonaxeke hestiyar û xwedî girîngiyeke dîrokî ya pêşeroja Sûriyeyê û deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re derbas dibin.
QSDˋê hêza parastina me ya rewa ye û di nav xwe de tevahî pêkhateyên ji Kurd, Ereb, Ermen, Asûr, Suryan dihewîne. Niha jî li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê berxwedaneke dîrokî û mezin raber dike. Ji lew re ji erka me ye, em li kêlek hêzên xwe bisekinin, mal, gund, tax û bajarên xwe biparêzin.
Em bang li xelkê herêmê dikin ku li gorî pêvajoya heyî ya ku hişyarî û xweparastinê dixwaze, tev bigerin."
KOBANÊ
Li gundê Xurxurê yê Kobanê jî dayikan xwarinên taybet ji şervanên QSD’ê yên li eniyên pêş şer dikin re amade kirin.