Şehîdên Parîsê li gelek bajaran hatin bibîranîn
Kurdistanî li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê û li banliyoya Vîllîers le Bel a paytexta Fransa Parîsê li hev civiyan û kesên di komkujiyên 2013 û 2022'an de şehîd bûne bi bîr anîn.
Kurdistanî li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê û li banliyoya Vîllîers le Bel a paytexta Fransa Parîsê li hev civiyan û kesên di komkujiyên 2013 û 2022'an de şehîd bûne bi bîr anîn.
Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Darmstadt ê Elmanyayê ji bo Sakîne Cansiz (Sara), Leyla Şaylemez (Ronahî) û Fîdan Dogan (Rojbîn) ên di sala 2013’an de hati şehîdkirin û Emîne Kara (Evîn Goyî), Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer ên di 2022’yan de li Parîsê hatin şehîdkirin merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Di bîranîna ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ve hat organîzekirin, Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW), li ser navê Tevgera Jinan Riha Dersîm û xizmên şehîd Evîn Goyî û Abdurrahman Kizil amade bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir.
Zeynep Kara di şexsê Evîn Goyî de şehîdên Parîsê bi rêzdarî bi bîr anî û wiha got: “Şehîd ji me re bûne rêgeha azadiyê. Em ê tu carî dest ji vê rêya bi rûmet a azadiyê bernedin. Her wiha şehîdên me di vê meşa dirêj a azadiyê de serketin tacîdar kirine. Heta ku têkoşîna me berdewam bike wê şehîdên me jî hebin.”
Riha Dersîm di destpêka axaftina xwe de bi rêzdarî şehîdên Parîsê bi bîr anî û got: “Şehadeta wan berpirsiyariyeke mezin daye ser milê me. Bi vê berpirsyarî û hişmendiyê em ê daxwazên wan ên azadiyê pêk bînin. Em behna xwe li ber şehîdan ditewînim.”
Bîranîn bi pêşandana sînevîzyona dom kir û bi dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.
PARÎS
Bi heman armancê li banliyoya Vîllîers le Bel a Parîsê merasîmek hat lidarxistin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Sûzan Dêrik di bîranînê de axivî. Suzan Dêrik di axaftina xwe de şehîdên azadiyê bi bîr anî. Sûzan Dêrik bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û destnîşan kir ku divê Kurd bi tenê neyê hiştin.
Siyasetmedar Murat Ceylan jî bal kişand ser bîranîna şoreşgerên jin ên di 9'ê Çileya 2013'an de şehîd bûn û banga xwedîderketinê kir.
Bîranîn bi pêşandana sînevîzyonê berdewam kir û bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.