BI DÎMEN

Rojnamevanên Jin: Wê pênûsa Gulistan û Hêro li erdê nemîne

Rojnamevanên Jin, dan xuyakirin ku pênûs û kameraya Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên li Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, wê li erdê nemînin.

ROJNAMEVANÊN JIN

Dewleta Tirk a dagirker 23’yê Tebaxê li Başûrê Kurdistanê wesayîta rojnamevanan kir hedef û di encama êrîşê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahaddîn şehîd bûn. Rojnamevanên jin ên ku ji ajansa me ANF’ê re axivîn êrîşên li dijî jinên rojnamevan şermezar kirin û bang li saziyên mafê rojnamevanan diparêzin kirin ku, mafê rojnamevaniyê biparêzin. 

‘ROJÊN ÊRÎŞAN NE TESADÛFÎ NE’ 

Lîlav Hesen, da zanîn ku ji ber jin pêşengên şoreşê ne ji aliyê dewleta Tirk û hevkarê xwe ve tên hedefgirtin, “Destpêkê em hevrêyên xwe yên şehîd bi rêzdarî û bi hûrmet bi bîr tînin û bejna xwe li hember şehîdên xwe ditewînin û ji malbatan re sersaxî dixwazin. Rastî sedsala ku niha em tê de dijîn, bi taybet li her çar parçeyên Kurdistanê, jinan di bin dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” de karîbûn azadiya xwe nas bikin û ji bo tevahî cîhanê îsbat kirin jin û bi taybet jinên Kurd berxwedaniyek mezin raber dikin. Lê dema jin digihêjin hev û dibin yek dest ji bo dewletên hegemon û desthiladar dibe metirseiyek û xeteriyek. Ji ber wê hewl didin wan bikin hedef û ji civakê dûr bixin. Di her qadê de ji aliyê dijmin ve jin tên hedefgirtin, yek ji van qadên ku jin tê de cihê xwe digire jî ragihandine. Dijmin bi awayek hovane jinên rojnamevan dike hedef. Di 23’yê Tebaxa 2023’yan de ekîba JIN TV’yê jî hatin hedefgirtin, di heman dîrokê de piştî wê bi salek 23’ê Tebaxa 2024‘an li Başûrê Kurdistanê ev bûyer xwe dubare dike û di encamê de du rojnamevanênê jin ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin. Bûyerê bi vî awayî ne cara yekeme li Başûrê Kurdistan diqewime, belê berî demekê li Çeyayê Şengalê bûyerek bi vê rengê çêbibû.” 

‘JI BER KU RASTÎ RADIGIHANDIN HEDEF HATIN GIRTIN’

Lîlav Hesan, diyar kir ku Başûrê Kurdistanê ji bo rojnamevanan bûye qadeke metirsiyê û wiha pê de çû, “Mixabin ji hikûmeta Iraq û PDK re, bi navê Kudîtiyê Kurdan qir dikin. Ji bo rojnamevanên Kurd bi taybetî Başûrê Kurdistanê bûye metirsiyek. Nimûneya berbiçav Rojnamevan Silêman Ehmed çawa ji aliyê hikûmeta PDK’ê ve hatiye revandin û mefê wî yê rojnamevantiyê desteserkirine. Dewleta Tirk a dagirker ji ber ku têk çûye dixwaze bi hedefgirtna rojnamevanan têkbirina xwe veşêre. Şehadeta Gulistan Tara ji bo me ne hêsan bû, ji ber ku yek ji mamosteyên ragihandina azad a jin bû. Em bang li hikûmeta Başûrê Kurdistan û hikûmeta Iraq dikin ku bêdeng nemînin, ji ber bi vê bêdengiya xwe dibin hevkarê dewleta Tirk a dagirker. Her wiha saziyên navnetewî yên mafê rojnamevanan pêwîste bi erkê xwe rabin û li hember van bêmafiyên di derheqê rojnamevanan de tên kirin bisekinin.  Em jî soz didin ku heta yek rojnamevanê Kurd bimîne em ê xeta şehîdên xwe bişopênin, em kamêra û pênûsa şehîdên xwe yên çapemeniyê li erdê nehêlin.”

‘JINÊN ROJNAMEVAN PÊŞENGIYA ŞOREŞA JIN JIYAN AZADÎ DIKIN’

Cûdî Elî, li ser hedefgirtina rojnamevan û bi taybetî rojnamevanên jin wiha axivî, “A rastî şehadeta her du rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Behadîn, cihê xemginiyê ye û ji bo me pêşengên ragihandina jin a azad bûn. Dewleta Tirk a dagirker di heman roja ku ekîba Jin Tv di sala bihurî de kir hedef, di vê salê de jî du rojnamevanên jin ku li Başûrê Kurdistanê di nav xebatên ragihandinê de cih digirtin, şehîd xistin. Weke ku em dibînin dewleta Tirk bi taybet rojnamevanên jin dike hedef, ji ber ku dizane jin pêşengên şoreşê ne, deng û rengê jin ji cîhanê re nîşan dide û şopek pir dewlemend di dîrokê de hiştiye, bi taybetî di dîroka rojnamevaniyê de. Bi vê yekê re dewleta Tirk jinên rojnamevan bi taybetî dike hedef û dixwaze wan qir bike. Şerma herî mezine ku ev êrîş li ser xaka Başûrê Kurdistanê pêk hat. Lê mixabin hikûmata PDK û Iraqê xwe bê deng kirin. Em weke Yekîtiya Rojnamevanên Jin, soza didin ku li ser rêya şehîdên xwe têbikoş in û berxwedaniyê xwe roj bi roj mezintir bikin.”

‘PDK Û HIKÛMETA IRAQÊ JI BER VAN ÊRÎŞAN BERPIRSYAR IN’

Evîn Îbrahîm, jî  ev tişt gotin, “Weke ku tê zanîn duh li Başûrê Kurdistanê du rojnamevanên me yên jin hatin hedefgirtin û hijmarek rojnamevanên din jî birîndar bûn. Bi xwe ev ne cara yekeme ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker jin tên hedefgirtin, lê di vê bûyera dawî de plana qirêj a di navbera hikûmeta Iraq û PDK dertê holê. Ev sûcê herî mezin yê hikûmeta PDK û Iraqê ye. Eger derfet nedin dewleta Tirk a dagirker wê nekarîba van êrîşan li dijî rojnamevanan bike. Em wek Yekîtiya Ragihandina Jin, êrîşên li dijî rojnamevanan û bi taybet rojnamevanên jin, şermezar dikin. Em ê li ser şopa şehîdên xwe heta dawî têbikoş in. Hevrêyên me yên ku ji destpêka Tevgera Azadiyê de cih girtine, bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berxwedaniya xwe mezintir û xurtir dikin.  Di dawiyê de em bang li hemû rêxistinên mafê rojnamevanan dikin ku bi erka xwe rabin û sînorekî ji kiryarên dewleta Tirk re danin. Divê aliyên sûcdar di demek nêz de werin ceza kirin.”