Konferansa Navenda Lêkolînên Jineolojî

Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Mexmûrê 1’emîn Konferansa xwe lidar xist. Konferans 2 rojan berdewam kir.

KONFERANSA JINEOLOJÎ

Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) nêzî du mehan bi beşdariya jin û jinên ciwan ên wargehê koman avakir û di van komên hatine avakirin de derbarê 5 mijaran de atolyeyan pêk anî. Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Mexmûrê di navbera dîrokên 23-24’ê Tebaxê de bi dirûşmeya ‘Bi Rêxistinkirina Hestê Jin û Jinbûyînê Em ê Jiyanê Ji Dagirkeriya Zanista Desthilatdaran Rizgar Bikin’ 1’emîn Konferansa lidar xist û encamên atolyeyan pêşkêş kir. Konferans bi beşdarbûna 100 delegeyan li Mala Gel bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.

Piştî rêzgirtinê perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û perspêktîfên Jineolojiyê hatin xwendin. Piştî xwendina perspêktîfan, sînevizyona ku der barê Jineolojiya Mexmûr de hatibû amedekirin, hate temaşekirin. Piştî temaşekirina sînevizyonê, peyamên ku ji Şengal û Başûrê Kurdistanê ji bo konferansê hatibûn şandin, hatin xwendin. Piştî xwendina peyaman, beşa duyemin a konferansê destpê kir.

Beşa duyemîn a konferansê bi pêşkêşkirina encamên atolyeyên beriya konferansê hatibûn pêkanîn, destpê kir. Mijarên di konferansa 2 rojan domk ir de hatin pêşkêşkirin wiha ne:

*Bandora sosyo-psîkolojîk a koçberiya bi darê zorê ya li ser jinan.

*Mafên me çi ne? Em çendan dizanin, çendan pêk tînin.

*Hişmendiya zayendî û hîskirina zayendî.

*Dahûrandina sosyolojîk dîrokî ya çanda Botanê ya bi kilaman.

*Stûnên demokratîkbûyîna malbatê.

Pêşkêşî û nîqaşên mijaran du rojan bi eleqeyek mezin û xurt pêk hat.

Di roja duyemîn a konferansê de piştî bidawîbûna nîqaşan endama Komîteya Jineolojî ya Mexmûrê Songul Guler axivî.

Songul Guler, 1’emîn Konferansa Jinolojiyê li tevahî jinan pîroz kir û got: “Em konferansê diyarî hemû jinên berxwedêr dikin. Em spasiya hemû kesên ku di amedekarî û atolyeyan de alîkarî û piştgiriya xwe dane dikin. Em hêvî dikin ku ev konferans bibe wesîleya bilindkirina têkoşîna jinên Kurd û cihanê.”

Piştî axaftina girtinê encamnameya konferansê ji aliyê Endama Komîteya Jineolojî ya Mexmûrê Bahar Tarhan ve hat xwendin.

Biryarên ku di encamnameya konferansê de hatine diyarkirin wiha ne:

“Jineolojî bingeha zanista azadiya civaknasî ye. Di giştî cîhanê de zanist di pirgirêkên heyî yên civaknasî de, roleke çareserî naleyise di şûna wê pirsgirêkên heyî yên civakê kûrtir û girantir dike. Ger zanistek ne ji bo civakê be û li ser esasê dijî civakê kar bike, civaknasiya azadî pêşnakeve û nikare bibe rêbazên heqîqetê. Zanist bi îdîaya rêbazên heqîqetê derketiye holê. Lê mixabin zanist, di mijara tehlîlkirina sosyolojiyê de bi rol û berpirsyariyeke zanistî nêzîk nebûye. Jineolojî xwedî îdîaye ku zanista di bin bandoriya desthilatdariyê de ye derbixe û bike malê civakê. Ango weke alternatîf li hemberî zanista kapîtalîzm a di bin bandora desthilatdariyê de ye derdikeve pêş û xebatên xwe dimeşîne. Jineolojî ji bo mirovahiya ku di taritiyê de winda bûye, derxistina ronahiyê ye.

Bi vê hişmendiya azadiya civakî zanista Jineolojî ya li Mexmûrê kar û xebatên xwe dimeşîne. Jineoloji ya Mexmûrê armanc û hedefên girîng wek lêkolîn, sempozyum, komxebat, perwerde û konferansan lidar dixe. Di vê çarçoveya de di dîroka 23-24 Tebaxa 2024’an de Konferansa Yekemîn a Jineolojî ya Mexmûrê bi şîara ‘Bi rêxistinkirina hestê jin û jinbûyînê em ê jiyanê ji dagirkeriya zanista desthilatdaran rizgar bikin’ pêk hat.

Biryarên ku di konferansê de hatin girtin

- Hevpeymanekî me li gorî malbata demokratîk çêbibe.

- Modêla malbata demokratîk divê çawa be divê şênbertir bibe.

- Divê têkoşîna guhertina malbat demokratîk bê dayîn.

- Zewac jî li ser çi esasê pêk were li gorî pîvan bên dayîn.

- Jinek ciwan a ku bixwazibe bizewice divê di aliyê aborî de zemîneke xwe hebe ku bikaribe xwe li ser piyan bihêle, weke şert bê danîn.

- Ji bo kar neanîna berhemên plastîk kampanyayek bê destpêkirin.”

Konferans bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.