BI DÎMEN

Şehîdên Parîsê li Drancyê hatin bibîranîn

Ji bo şehîdên Parîsê li banliyoya Drancyê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînêp de bal kişandin ser girîngiya meşa ku di 11'ê Çileyê de li Gare du Norda Parîsê bê lidarxistin û hate gotin ku divê her kes ji bo meşê bixebite.

Li banliyoya Drancy ya Parîsê ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin û Evîn Goyî, Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer ên di 23’yê Kanûna 2022’yan de li Parîsê hatin qetilkirin merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Gelek Kurdistanî beşdarî çalakiya bîranînê ya ji aliyê Meclîsa Jinê ya Zîn ve hat lidarxistin bûn.

Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Zozan Dêrik û endamê Konseya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) Mûrat Ceylan di bîranînê de axivîn. 

Zozan Dêrik bal kişand ser têkoşîn û berxwedana jinên Kurd û got, “Afirînerê van hemûyan Sakîne Cansiz e. Sakîne Cansiz mîmara Tevgera Jinên Kurd e. Mîrateya wê û hevalên me yên jin ên şehîd Şoreşa Jinên Rojava afirand. Hemû cîhan îro ji têkoşîn û berxwedana jinên Kurd îlham girtiye."

Mûrat Ceylan 6 şehîdên Parîsê bi bîr anî û got, "Em têkoşîna xwe mezin bikin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin û piştgiriyê bidin Şoreşa Jinê ya Rojava."

Ceylan li ser girîngiya meşa ku di 11'ê Çile de li Gare du Nord a Parîsê bê lidarxistin kir rawsetiya û diyar kir ku divê her kes ji bo meşê bixebite.