Rêya Berwar Dersim

Berwar Dersim di têkoşîna xwe ya 25 salan de ku ji sala 1999'an heta 2024'an dewam kir, li çiyê bi şer, eşq û gotinên xwe navê xwe li dîrokê nivîsand.

Sal 1999 bû. Hêvî dîl hatibû girtin. Û Seyranê bi hêrsa xwe bi rê diket. Di şerê dijî hêviya serdemê de tişta herî baş a ku niha ji dest dihat, tûjkirina hêrsa xwe bû. Bi sondên ji tolhildanê lezand. Li bendê bû ku li zozanên Xinêrê li gerîlayekê/î rast bê; demekê li gerîla geriya.

Gerîlayek ku dişibiya Agirî derkete pêşiya wê. Wê piştre hîn bibûya ku ev gerîla ya jin Leyla Agirî ya ji Wanê bû. Leyla Agirî bi rûkeniya xwe ya li pişt nêrîna xwe ya mîna teyrê baz, hîn di kêliya destpêkê de herikîbû nava dilê wê. Xwe gihandibû warê Xwedawendan. Xwe gihandibû qewmê xwe, lewma dilê wê rehet bû. Coş, kelecan û kêfxweşiya wê hêjayî dîtibû. Xaka ku rehê xwe berde nav, dîtibû. Û wê bi hezkirin, hevrêtî û eşqê li vê xakê mezin bibûya. Bi destê keça bi heybet a Agirî Leyla girt. Milê xwe spart milê wê û meşiya. Bîst û pênc salan. Ji Xinêre heta Dersimê, Qendîl û Glîdaxê.

Lê gotinek hebû: 'Sond dixwim, sond dixwim, sond dixwim'. Kurd sozê nadin, sozê dixwin. Mîna nan û xwê, mîna ava pîroz dikeve nava goşt, xwîn û ruh. Sê caran dubare kir. Soza xwe sê caran xwar. Sonda xwe tevlî xwîna xwe kir. Sond êdî di nava wê de bû. Ew êdî sond bi xwe bû. Yek ji endamên herî nû yên klana Apo bû ku jinûve wate da sondê. Bi navekî nû wê jinûve vejîna wê pîroz bibûya. Navê wê, wê bibûya Berwar.

Li navçeya Elbak a Wanê çavên wê li jiyanê vebû bû. Di nava vê civakîbûnê de ku çanda feodal lê xurt e, sînor ji ber xwe rakiribû û xwe gihandibû çiyê. Sond xwaribû û weke aşiqeke dilsozê sonda xwe, wê sonda xwe bi cih anî. Bi jiyana xwe ya bi rengê Derwêşan, bi hostatiya derbên li mêtingeriyê tê xistin, veguherî mînaka bêhempa ya rê û rêbaza serketina eşqa jinê. Û êdî her kesî ew weke Berwar Dersim nas dikir. Dersimê ew afirandibû. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê veguherîbû fermandareke gerîla ya jîr, jêhatî, xurt û berxwedêr. Û li warê Zîlan ku pîvana eşqê bû.

Warê Zîlan ji bo wê bûbû rawestgeha jinûve afirandinê. Hişmendiya wê ku her cara li dijmin dixist hîn xurt dibû, jêhatîbûna wê ya leşkerî vediguherî çavkaniya pêngavên bi rengê Zîlan. Wê careke din bidîtibûya ku Zîlan çawa veguheriye pîvana eşqê. Li ser rêya Zîlanbûnê fermandara fedaiyan Axîn li vê derê nas kir. Aryena nas kir ku di dilê her kesî de bû parçeyek. Fermandarê bi heybet Şervan nas kir. Fermandarê berxwedanê Cûmalî nas kir. Bi berpirsyariya li nava karên Hêzên Taybet ji bo pêşvebirina gerîlatiya dema nû bi wan re bi dil û can ked da. Bi dehan fedaî gihand û mejiyê mêtingeriyê parçe parçe kir, bû tirsa dilê mêtingeriyê. Ji bo danîna hîmên gerîlatiya modernîteya demokratîk bi mîsyoneke girîng rabû. Û piştre dest bi rêwîtiya ber bi Serhedê ve kir. Ew ê bibûya fermandara herî çalakger a dîroka Serhedê. Wê navê xwe bi vî rengî li dîrokê binivîsandibûya. Dema ku bi rê ket bêguman bi van nizanîbû. Yek bi yek xatir ji hevrêyên xwe xwest. Hinekan ji wan 'bazinên' ji ta çêkirî diyarî wê kirin. Hinekan nivişkên ji kevir diyarî wê kirin. Rahişt diyariyên jê re hatin amadekirin. Dem kêm mabû. Nikarîbû kêliyeke din bima. Sal 2016 bû. Ji Sûrê heta Cizîrê gelê Bakur di nava êgir de bû. Li hemberî êrişên bêperwa yên dagirkeriyê, li hemberî êrişên bi çek ên li dijî xelkê sivîl diviyabû helwestek bihata nîşandan. Û bêguman fermandara bi salan diviyabû helwesta herî tund nîşan bide û bi vî rengî bi rê ketibû.

Ji ber ku ew evîndarek bû. Ew derya evînê bû. Ji wê roja destpêkê ve ku sond xwar bê wê li gorî wateya eşqê çawa bijî, ev yek ji xwe diyar kiribû. Sonda xwe bi eşqê xwaribû. Di meşa 25 salan de ji bo kêliyekê jî tawîz ji vê pîvana xwe nedabû. Têkiliya xwe ya bi hevrêyên xwe re ewqasî kûr bû ku tenê bi gotina eşqê dikarîbû bihata pênasekirin.

Di şerê li dijî hêviya serdemê hatibû destpêkirin de wê xwe berpirsyar didît ku bibe aliyek û bi vê hestê berê xwe dabû çiyê. Piştre bi pêwîstiyên hebûnê yên jinê hesiya bû. Gihîştibû wê astê ku berxwedana bi rengê jinê bi xwegihandina Rêbertî dibe. Bûbû jineke welê ku bi felsefeya vî fikrî bûbû pispor û şerker. Timî bi bîr dianî; ya ku Îbrahîm şewitan nezantî bû û di oxira ronahiyê de ew tevlî şerê giran bûbû. Bi ser jî ketibû. Di her gavê de bû fermandara pîvanê. Bi yekbûna gotin, fikir û çalakiya xwe li çiyê veguherîbû nîşaneya Apoyî. Bû Berwar Dersim ku wê ti carî neyê jibîrkirin û her tim bê bîranîn. Hêviya jinan, lehenga gelê xwe bû.