BI DÎMEN

Li Hamburgê bîranîna şehîdan: Guleya berdan wê bera hemû jinan dan

Di bîranîna li Hamburgê de têkoşîna Sakîne Cansiz hat vegotin, “Em her tim heyranê berxwedana wê bûn. Guleya berdan wê bera hemû jinan dan.” Her wiha banga beşdarbûna meşa Parîsê hat kirin.

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin û Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên ku di 23'ê Kanûna 2022'an de li Parîsê hatin qetilkirin merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Li salona Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hamburgê (DKTM) a ku çalakî lê hat lidarxistin, quncikek bi posterên şehîdan û mûman hat xemilandin.

Bîranîna ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rojbîn û Komîsyona Malbatên Şehîdan a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hamburgê ve hat lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir.

Nûnerê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Cengîz Onat di bîranînê de axivî. Onat diyar kir ku her şoreşgereke ku tê qetilkirin berpirsyariyeke giran dide ser milê wan û got, “Divê em ne tenê di rojên bîranînê de, di her kêliyê jiyana xwe de xwedî li şehîdên xwe û têkoşîna wan derkevin.” Onat kesên ku beşdarî bîranînê bûn vexwend meşa navendî ya ku li Parîsê bê lidarxistin.

Siyasetmedar Selma Irmak diyar kir ku Sakîne Cansiz ji ber jineke berxwedêr bû û fikrên wê yên siyasî hedef hat girtin û wiha axivî: “Sakîne Cansiz weke jineke bi rûmet û berxwedêr a Dersîmê cihê xwe di nava vê têkoşînê de girt. Di damezrandina PKK’ê de kedek mezin da. Em her tim heyranê berxwedana wê bûn. Ji bo jina Kurd bû sembola azadiyê. Di heman demê de hevrêya Serok Apo bû. Guleya berdan wê bera hemû jinan dan.”

Selma Irmak têkildarî geşedanên dawî jî got, "Em weke gel li pişt Rêber Apo û tevgera xwe ne."

Xwişka berxwedêrê mezin ê 14'ê Tîrmehê Mehmet Hayrî Durmuş, Ayten Durmuş anî ziman ku Sakîne Cansiz jineke Kurd a bi qîmet û leheng e. Durmuş bi bîr xist ku ew ji zarokatiya xwe ve heyranê têkoşîna wê ye û wiha got, “Em weke dayikên Kurd her tim alîgirê aştiyê ne. Ez di wê baweriyê de me ku azadî ji her demê bêtir nêzîk e.”

Di bîranînê de sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna Evîn Goyî hatibû amadekirin hat pêşandan.