TJA'yê girtina zaroka ku rastî tecawizê hatibû şermezar kir

TJA'yê nerazîbûn nîşanî girtina zaroka ku rastî tecawizê hatibû, da û got, "Em ê têkoşîna xwe ya li dijî edaleta mêr û polîtîkayên bêcezakirinê mezin bikin. Em ê zaroka girtî tenê nehêlin.”

Li Mêrdînê zarokek di Adara 2023’an de rastî tecawiza xizmê xwe N.Ç hat. Zaroka ji ber tecawizê ducanî bû, ji 16'ê Çileyê ve bi îdiaya "kuştina bi qestî" ji mirina pitika xwe ya mirî welidî hat girtin û hê jî girtî ye.

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî girtina zaroka rastî tecawizê hatibû û berdana kiryaran li Mêrdînê daxuyaniyek da. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Salîha Aydenîz û Bêrîtan Guneş Altin jî beşdarî çalakiya ku li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ku zarok lê tê ragirtin hat lidarxistin, bûn.

Di daxuyaniyê de pankarta “Tacîz, tecawiz li her derê ye, em ê bêdeng nemînin, bila kiryar bên cezakirin" daliqand. Berdevka TJA'yê ya Mêrdînê Hatîce Oncu di daxuyaniyê de axivî. Hatîce Oncu diyar kir ku dewlet bi biryarên xwe bingeha şîdeta mêran amade dike û anî ziman ku polîtîkaya bêcezakirinê bi "edaleta mêr" tê kûrkirin.

'EM Ê ZAROKA GIRTÎ BI TENÊ NEHÊLIN’

Hatîce Oncu daxuyand ku ew ê zaroka girtî bi tenê nehêlin û got, "Bi hêza ku em ji dîroka têkoşîna jinê digirin, em ê têkoşîna xwe ya li dijî şer, tundî, zîhniyeta serdest a mêr, tacîz, tecawiz, edaleta mêr û polîtîkayên bêcezakirinê mezin bikin.”

Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin jî diyar kir ku ew ê mafên zaroka li girtîgehê tên girtin biparêzin û wiha berdewam kir: “Em ê bi pêşengiya jinan teqez vê zîhniyeta serdest a mêr hilweşînin. Jin Jiyana Azadî wê bibe kabûsa hemû parêzvanên pergala mêr a serdest."

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.