TJK-E: Êrîş nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin

TJK-E’yê kedkarên Çapemeniya Azad Gulistan û Hêro yên ku li Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Ev êrîş ne wê bikarin çapemeniya azad bêdeng bikin, ne jî wê bikarin têkoşîna azadiya Kurd rawestînin.”

DAXUYANIYA TJK-E’YÊ

Daxuyaniya Tevgera Jinên Kurd a Li Ewropayê (TJK-E) bi vî rengî ye:

“Ji kedkarên Çapemeniya Azad a Kurd Gulistan Tara û Hêro Behadîn di encama êrîşa balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk de hatin qetilkirin. Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst li ser qirkirina qirkirina gel û jinên Kurd siyasetê dimeşîne. Em vê êrîşa nemerdane ya rejîma faşîst bi nefret şermezar dikin û ji kedkarên çapemeniya azad, malbatên wan û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em soza zindîkirina xeyala jiyana azad didin Gulistan Tara û Hêro Behadîn. Ev êrîş ne wê bikarin çapemeniya azad bêdeng bikin, ne jî wê bikarin têkoşîna azadiya Kurd rawestînin.”

TJK-E’yê bang li hemû jinan, gel û raya giştî ya demokratîk kir ku li dijî xiyanet û qirkirinê helwest bigirin û tevlî çalakiyên ku bi pêşengiya TJK-E’yê tên lidarxistin, bibin.