BI DÎMEN

Danişîna doza zilamê ku Yuksel Yargan qetil kir hat dîtin

Danişîna doza Yuksel Yargan a ku li Elmanyayê ji hêla hevjînê xwe ve hatibû qetilkirin taloq bû. Di daxuyaniya li ber dadgehê de peyama mezinkirina berxwedana jinan hat dayîn.

QETILKIRINA JINAN

Danişîna hevjînê kujer ê ku di 23’yê Sibatê de Yuksel Yargan a Êzidî li bajarê Wesel ê Elmanyayê qetil kirî, hate dîtin. Danişîn hate taloqkirin.

Malbat û xizmên Yuksel Yargan û Meclîsa Jinan a Şehîd Asya ya Duîsburgê li ber dadgehê hatin li ba hev û daxuyanî dan.

Daxuyanî bi vî rengî ye;

"Em bang li her kesî dikin ku li hemberî qetilkirinên jinan dengê xwe bilind bikin! Rêxistinên jinan tim hewl didin ku qetilkirinên jinan di rojevê de bigirin û têkoşîn bilid bikin, bi gotina  "Yek din wê ji me kêm nebe" hewl didin ku dengê xwe bidin bihîstin.  Lê belê roj nîne ku jin neyên qetilkirin.  Li seranserê cîhanê hemû kêliyan bi dehan jin bi hincetên cuda ji aliyê hevjîn, bav, bira, kur û xizmên xwe yên nêz ve tên qetilkirin. Heya ku pergala serdest a mêran hebûna berdewam bike, wê qetilkirinên jinan jî berdewam bin û dawî lê nayên.  Ji ber vê yekê ye ku li gelek deverên cihanê bi sed hezaran jin serî radikin û ji bo hilweşandina pergala serdest a mêran seferber dibin."

Çalakî bi berzkirina dirûşmeya; "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.