BI DÎMEN

Ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mûhammedî 36 hezar îmze hatin komkirin

Li dijî biryara darvekirina rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî û aktîvîst Şerîfe Mûhammedî bi pêşengiya Yekîtiya Çapemeniya Jinê 36 hezar îmze hatin komkirin.

Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) encamên kampanyaya "Na ji Darvekirinê Re" ku 12`ê Tebaxê (2024) li hemberî biryarên darvekirinê ku dadgehên Îranê derbarê rojnamevan û çalakvanên jin Şerîfa Muhemedî û Pexşan Ezîzî de dabûn, hatibû destpêkirin eşkere kirin.

Bi armanca eşkerekirina encaman li Baxçeyê Xwendinê yê li bajarê Qamişlo bi amadebûna rojnamvanên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek çapemeniyê hat lidarxistin.

Di civînê de daxuyaniya têkildarî encamên kampanyayê bi zimanên Kurdî û Erebî hat xwendin. Daxuyaniya bi Kurdî ji aliyê Endama Meclisa YRJ’ê Sorgul Şêxo û ya bi Erebî ji aliyê  Endama Desteya Rêveber a YRJ’ê Xetîce Mirza ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku rojnamevanên jin ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin sîwaneya Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) de kar û xebatê dimeşînin, li hemberî kiryarên dewleta Îranê û dayîna cezayê darvekirinê yê li dijî çalakvana mafên mirovan Şerîfe Muhemedî û rojnamevan Pexşan Ezîzî kampanyaya komkirina îmzeyan dabû destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kampanya 12`ê Tebaxê (2024) bi dirûşmeya “Na Ji Darvekirinê Re” hatiye destpêkirin û hatibû plankirin roja 19’ê Tebaxê bê bidawîkirin, lê ji ber daxwaza tevlîbûnê ya gelek sazî, dezgeh û kesayetên jin, hatibû dirêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kampanya îro (26`ê Tebaxê) hatiye bidawîkirin û hat destnîşankirin ku kampanyaya di raya giştî ya Herêma Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistanê, welatên Rojhilata Navîn, Asya û Afrîkayê de deng veda.

Di berdewama daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di çarçoveya kampanyayê de ji dehan saziyên ragihandinê yên jin, saziyên civaka sivîl ên jinan û saziyên hiqûqî îmze hatine wergirtin û wiha hat gotin: “Ji rojnamevan, siyasetmedar, rewşenbîr, çalakvan, endamên saziyên sivîl, jinan, saziyên hiqûqî yên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çar parçeyên Kurdistanê, welatên Rojhilata Navîn ên wekî Lubnan, Misir, Mexirb, Tunis û welatiyên Ewropayê 36 hezar û 398 îmze hatin komkirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê encamên kampanyayê ji Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî, Rêxistina Mafê Mirovan û Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas re bên şandin û wiha hat gotin: “Xebata me dê li vir bi dawî nebe. Li ku derê dibe bila bibe em ê sûcên li dijî jinan tên pêkanîn ragihînin, heta edalet pêk were û rola pêşang a jinan di civakê de mîsoger bibe emê têkoşîna xwe bimeşînin.”

Di daxuyaniyê de navên sazî û rêxistinên ku tevli kampanyayê bûne wiha hatin rêzkirin:

1-Rêxistinên Kongra Star a Bakur- Rojhilatê Sûriyeyê û Ewropayê

2-Meclisa Jinan a Sûriyeyê

3-Kombûna Jinan a Zenûbiya

4-Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

5-Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

6- Navenda Lêkolînên Jineolojiya

7- Weqfa Jina Azad

8- Rêxistina Sara

9- Aboriya Jinan

10- Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

11- Rêveberiya Xweser a Kantona Minbicê

12- Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

13- Partiya Nûjen û Demokratîk

14- Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

15- Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî

16- Partiya Muhafezkaran

17- Komeleya Sawuşka ya Jinan

18- Partiya Yekitiya Sûryan

19- Yekitiya Jinên Sûryanî

20- Akademiya Civaka Demokratîk

21- Meclisa Edaleta Civakî

22- Partiya Sûriyeya Pêşerojê

23- Hêzên Parastina Civakî (HPC)

24- Tevgera Jinên Ciwan

25- Partiya Avakirin û Pêşxistinê ya Sûriyeyê

26- Partiya Welatparêzên Azad

27- Meclisa Siyasî ya Şoreşgerî

28- Tevgera Pêşeroja Kurdistanê

29- Partiya  Demokratîk Kurdistanî-Sûrî

30- Pirtûkxaneya Herekol

31- Keskesora Alan

32- Partiya Kesk a Demokrat

33- Ermenên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

34- Tûra Fermandarên Aştiyê ya Jinan

35- Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan

36- Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava

37- Desteyên Jinan ên Kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

38- Rêveberiya Xweser a Kantona Tebqayê

39- Heyva Sor a Kurd

40- Tevgera Hîlala Zêrîn

41- Parêzer û bijîşkên ji tevahî kantonan

42- Desteya Perwerde Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevahî mamosteyên wê

43- Komeleyên Çerkes û Tirkmanî yên li Minbicê

44- Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TJAÊ)-Şengal

45- Weqfa Jinên Êzidî ya Şengalê

46- Doplomasiya Jinên Êzidî ya Şengalê

47- Tevgera Çand û Hunerê ya Ewropa

48- Hiqûnqasên Ewropa

49- Kombûna Amazîxî ya Cîhanî

50- Kombûna Piştgiriya Projeyên Çandiniyê-Tûnis

51- Koordînasyona Mexribê ya Meşa Cîhanî ya Jinan. 

Di civîna çapemaniyê de Endamên Rêveberiya YRJ`ê Evîn Îbrahîm û Xedîce Mîrza, Endama Meclisa YRJ`ê Sorgul Şêxo û Berdevka YRJ`ê Arîn Siwêd amadebûn.

Piştî xwendina daxuyaniyê bersiv dan pirsên rojnamevanan, di bersivdayînê de hat destnîşan ku ew encama kampanyayê erênî dibînin, ji aliyê hiqûqî jî tevlîbûn hebû. Kampanyaya wan ji bo piştgiriya hemleya ku beriya niha rêxistinên jin li Rojhilatê Kurdistanê dabûn destpêkirin ne.