BI DÎMEN

'Çekên rojnamevanên jin pênûs û zîhna wan e'

Rojnamevanên jin gotin, "Şehîdkirina rojnamevanên jin ku çekên wan pênûs û zîhna wan e, bi zelalî nîşanî me dide ku rola jinan çiqas bi bandor û xurt e û bûye sedema tirsa dijminên Kurdan."

Di 23’ê Tebaxa 2024’an de, li sînorê qezaya Seyîdsadiqê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê, dewleta Tirk a dagirker bi alîkariya xeta xiyanetê û bi rêya balafirên bêmirov otomobîleke kanala Stêrk TV’yê kir armanc û du rojnamevan Hêro Behadîn û Gulistan Tara şehîd bûn. Li hember vê êrişê ji aliyê gel ve nerazîbûn tên nîşandan, der barê vê yekê de mamoste Roşna Mihemed û Şeyma Cemal ji ANF’ê re axivîn.

'ROLA JINAN BÛYE SEDEMA TIRSA DIJMINÊN KURDAN'

Mamoste Roşna Mihemedê di destpêka axaftina xwe de hevxemiya xwe ji bo her du jinên şehîd ên çapemeniya azad anî ziman û got: “Li ser destê Tirkiyeyê û hevkarên wê du rojnamevan li Seyîdsadiqê hatin şehîdkirin. Qetilkirina van rojnamevanan ne tenê qetilkirina du jinên rojnamevan e, lê belê qetilkirina Kurdan e. Eger em bi hûrgilî lê bikolin, em ê bibînin ku ev yek qetilkirina gelê Kurd e.

Şehîdkirina rojnamevanên jin ku çekên wan pênûs û zîhna wan e, bi zelalî nîşanî me dide ku rola jinan çi qas bibandor û xurt e û bûye sedema tirsa dijminên Kurdan."

Mamoste Roşna Mihemedê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê gel li dijî qetilkirina rojnamevanên azad helwest û nerazîbûna xwe nîşan bide û wiha got: “Divê li her çar perçeyên Kurdistanê em dengê xwe li dijî vê dagirkeriyê bilind bikin û li hember vê dagirkeriyê bisekinin, bi taybetî li hember qetilkirina van her du qelemên azad.

Ez daxwaz dikim ku jin tev li xebatên sivîl û zîhnî bibin. Bêdengiya me bûye sedema şehîdbûna jinên têkoşer û azad. Hişyarbûna jinan hişyarbûna civakê ye.”

'DIVÊ XWEPÊŞANDAN BÊNE KIRIN KU CAREKE DIN ROJNAMEVANEK NEBE QURBANÎ'

Piştre Şeyma Cemal têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker axivî û qetilkirina her du rojnamevanên jin  şehîd şermezar kir û wiha domand: “Piştî qetilkirina her du jinên rojnamevan tevahiya civakê xemgîn e ku ev sûc qewimiye, tevî vê yekê jî em bêdeng in.

Di demeke wiha de divê em jin û hemû rojnamevan yekdeng bin da ku em li dijî van sûcan bisekinin. Divê xwepêşandan û daxuyanî bên dayîn da ku careke din li Herêma Kurdistanê tu rojnamevaneke jin nebe qurbanî."