JIN
Hemû Nûçe
-
Bi êşkenceyê hate destgîrkirin, hew agahî jê hate girtin
Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Mîrza Ateş ê bi êşkenceyê hate destgîrkirin û hew careke din agahî jê hate girtin, pirsîn. -
Jinên HDP'yî bi jinên Filîstîn û Libnanî re onlîne axivîn
Jinên HDP'yî bi jinên Filistînî û Libnanî re civîneke onlîne kirin, bal kişandin ser xalên hevşib ên Kurdistanê û Filistînê. -
Cenazeyê dayika çalakvanê fedayî Kaya spartin axê
Li ser wesiyetê, cenazeyê dayika Veysî Kaya yê ku li dijî tecrîdê çalakiya fedayî kiribû, Fatma Kaya li gel kurê wî hate definkirin. -
Gerîlayan bi ruhê serkeftina Garê 8`ê Adarê pîroz kirin
Gerîlayên YJA Star ên li wargehên azad bi ruhê berxwedana Heftanînê û serkeftina Garê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kirin gotin: “Dem dema azadiyê ye.” -
Katî Pîrî: Dema jin biaxivin û bikevin tevgerê guherîn li Tirkiye gengaz e
Raportora berê ya Tirkiye û Katî Pîrî bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan a li Tirkiyeyê zêde dibe û diyar kir ku eger jin bikevin nava tevgerê xwe rêxistin bike û bikare bi komên din ên jin re bibe yek dikare Tirkiye neçarÎ çareseriyê bike. -
Meclîsa Jinan Şehîdên 12’ê Adarê bibîr anî
Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şehîdên serhildana 12’ê Adarê bibîr anî û got: “Em soz didin ku ji rêya berxwedan û têkoşînê ya şehîdan dernekevin.” -
REPAK: Iraq û PDK zextê li ser Êzîdiyan dikin
REPAK'ê got, ''Civaka Êzîdî ku ji êrîşên qirker ên DAÎŞ'ê xilas bûn, niha jî zext û zordariya Iraq û PDK'ê li ser wan heye.'' -
TJK-E'yê jinên ku tevlî çalakiyên 8'ê Adare bûne slav kir
TJK-E'yê hemû jinên ku 8'ê Adarê pîroz kirin, pîroz kir û hemû rêxistinên jinan ên bin sîwana TJK-E'yê, tevgerên jinan ên ku bûne piştevan slav kir. -
Avesta: Bi qasî ku nekevin xefika mêr, jin êdî rêxistinbûyî ne
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta diyar kir ku hêzên desthilatdar hewl didin, têkoşîna jinan di nava pergala xwe ya desthilatdariyê de bihelînin û got, "Jin ewqasî rêxistinbûyî ne ku careke din nakevin xefika mêr." -
17 jin bi şertê kontrola edlî hatin berdan-NÛ BÛ
Li Stenbolê 17 jinên ku bi hinceta tevlîbûna Meşa Şeva Femînîst hatîn destgîrkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan. -
Jin li dijî destgîrtinan li ber deriyê edliyê kom bûn
Komîsyona Meşa Şev a Femînîstan ya 8’ê Adarê, ji ber destgîrtina 12 jinên hîna lêpirsîna wan li Edliya Çaglayanê didome, kom bûn. -
Kongreya Star Serhildana 12’ê Adarê silav kir
Kongreya Star Serhildana 12’ê Adarê silav kir û got: “Em banga yekîtiya ku ji bo pêkanîna Sûriyeyek xweser dikin.” -
Dayikên Aştiyê bi Kurdî parastina xwe kirin
Dayikên Aştiyê di rûnşitinên dozên jê dihatin darezandin de, bi Kurdî parastina xwe kirin. Doz hate taloqkirin. -
Li ser jinên di nezaretê de lêgerîna bi tazî hate ferzkirin
Li ser jinên ku ji ber tevlî Meşa Şevê ya Femînîst bûbûn û piştre hatibûn destgîrkirin, lêgerîna bi tazî hate ferzkirin. -
TJK-E'yê banga xwedîderketina li Şengalê kir
TJK-E'yê bang kir ku di serî de jinên Kurd, gelê Kurd, raya giştî ya demokratîk û tevgerên jinan li Şeganlê xwedî derkevin. -
Erzîncan: Em pêşengiya jinên cîhanê dikin
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan got, ''Asta rêxistiniya me ya civakî, berxwedaniya me li dijî pergala serwer a mêr, asta me ya îdeolojîk, siyasî û leşkerî, misyona me ya pêşengiyê ya jinên cîhanê geş kir.'' -
Rêxistinên jinan ên li Wanê li dijî komkujiya jinan bang kirin
Li Wanê tenê di nava mehekê de 8 jin hatin kuştin. Komeleyên jinan li dijî komkujiyên jinan bang kirin. -
2 sal û 3 meh ceza da hevşaredara Gimgimê Karaaslanê
2 sal û 3 meh cezayê girtîgehê da Hevşaredara Gimgimê Ulku Karaaslan a ji aliyê dewleta Tirk ve ji erkê hate girtin û li şûna wê qeyûm hate danîn. -
Tacîza li ser jinên HDP’ê hate teşhîrkirin
Meclîsa Jinan a HDP’ê diyar kir ku di demên dawîn de gelek rêveberên wan li ser medyaya dîjîtal hatine tacîzkirin. -
TJA: Em biryarên faşîzan nas nakin
TJA’yê nerazîbûn nîşanî girtina çalakgerên xwe û girtina rêveberên MEBYA-DER’ê da û got, “Em van biryarên faşîzan ên li ser jinan nas nakin.” -
Li Mêrsînê 4 kesên 8 roj in destgîrkiribûn girtin-NÛ BÛ
Li Mêrsînê hevserokên navçe û bajar ên dema berê ya HDP’ê ya Mêrsînê ku 8 ro jin destgîrkirî ne, bi hinceta daxuyaniyên çapemeniyê û kampanya alîkariyê ya dabû destpêkirin, girtin. -
8'ê Adarê li Rûsyayê hate pîrozkirin
Jinên Kurd li navçeya Novo Aleksandrovskê ya herêma Stavropolê, bi wesîleya 8'ê Adarê çalakiyek li dar xistin. -
Jinan li Danîmarkayê konferans û mîtîng li dar xistin
Saziyên Kurd jî di nav de gelek saziyên cuda bi wesîleya 8'ê Adarê li Danîmarkayê konferans û mîtîng li dar xistin. -
Li Katalonya, Bask û Spanyayê çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajarên Katalonya, Bask û Spanyayê ji bo 8'ê Adarê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de Şoreşa Jinê ya Rojava hate silavkirin. -
Li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê 8'ê Adarê hate pîrozkirin
Gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê û gel bi hev re li çiyayên Kurdistanê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin.