Bi êşkenceyê hate destgîrkirin, hew agahî jê hate girtin

Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Mîrza Ateş ê bi êşkenceyê hate destgîrkirin û hew careke din agahî jê hate girtin, pirsîn.

Dayikên Şemiyê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin, çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 833’an de li ser medya dijîtal bi rêya onlinê berdewam kirin. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Mîrze Ateş ê bavê 5 zarokan ku eskeran di 18'ê Adara 1994’an de li Navçeya Pasûra Amedê bi ser mala wan de girt û ew destgîrkirin pirsîn. Piştî leşkeran avêtin ser malê û Mîrze Ateş ê 37 salî desgîrkirin, carek din agahî ji Mîrze nehat girtin.

Hevjîna Mirze Ateş Rinde Ateş, anî ziman ku leşkeran avêtin ser malê û hevjînê wê li malê destgîr kirin û wiha got: "Leşkeran di serdegirtina gund de mala me şewitandin û hevjînê min destgîrkirin. Piştî demek şûnde ez fêr bûm ku li gundekî benzîn li hevjînê min kirine û şewitandine. Lê me nekaribû cenaze bigirin. Gundiyan anîn ziman ku dewletê dîsa hatine cenaze birine. 27 salin em hêj bi hêvî ne. Hêj em li benda agahiyekê ne. Em tu carî heviyên xwe qut nakin.

Ji Mirovên Şemiyê Seza Mis Horuz jî daxuyanî xwend û wiha got: "Bavê 5 zarokan Mîrze Ateş ê 37 salî li Mezraya Sadika yê Gundê Konuklu yê Pasûra Amedê dijiya. Leşker, di Adara 1994'an de derketin operasyonê. Şev nîvê şevê bi ser malê de girtin û xanî şewitandin. Destê Mîrze Ateş kelepçe kirin û torbe xistin serê wî. Ewil birin Qereqola Sivrice piştre birin Fermandariya Cendirmeyan a Pasûrê. Ji wir jî sewqî Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Amedê kirin. Piştî bûyerê mehek şûnde birayê wî Eşref Ateş destgîr kirin. Eşref Ateş dema destgîrkirî bi Kuddusî Adiguzel ê li Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Amedê bi birayê wî hatibû destgîrkirin re ma. Ji wir fêr bû ku birayê wî Mirze Ateş li wir hatiye destgîrkirin. Pişti demekê agahî ji ji Mirze Ateş û Kuddusi Adiguzel nehat girtin. Hemû serlêdan bê encam man." Horuz, xwest rayedarên darazê dosya Mirze Ateş ya  27 sal bê ceza hatiye hiştin bi encam bikin û edaletê pêk bînin.