TJK-E'yê jinên ku tevlî çalakiyên 8'ê Adare bûne slav kir

TJK-E'yê hemû jinên ku 8'ê Adarê pîroz kirin, pîroz kir û hemû rêxistinên jinan ên bin sîwana TJK-E'yê, tevgerên jinan ên ku bûne piştevan slav kir.

TJK-E'yê di peyama pîrozkirinê de got, ''Li Ewropayê jinên Kurd pêşengiya çalakiyên 8'ê Adarê kirine. Beriya her tiştî em helwesta bi azweriya azadiyê ya jinên Kurd slav dikin'', û bi bîr xist ku li Ewropayê li 50 navendî 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hatiye pîrozkirin.

TJK-E'yê di peyama pîrozkirinê de got, ''Em hemû jinên Kurd ku 8'ê Adarê hêza civakîbûnê û rêxistinîbûnê şanî hemû cîhanê dan, bi xemla xwe ya netewî li Kurdistanê, Ewropayê, bi stran, lîlan û dîlana xwe, bi ken û dirûşmên xwe qad tije kirin, slav dikin.''