Dayikên Aştiyê bi Kurdî parastina xwe kirin

Dayikên Aştiyê di rûnşitinên dozên jê dihatin darezandin de, bi Kurdî parastina xwe kirin. Doz hate taloqkirin.

Li Stenbolê 15 Dayikên Aştiyê ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya di sala 2018’an û 2019’an de bikin li ber Girtîgeha Bakirkoyê daxuyanî dabûn. Dayik hatibûn destgîrkirin û piştre hatibûn berdan.

Bi îdîaya “li dijî qanûna meş û civînan derketine û li dijî polîsan derketine” doz li dayikan hatibû vekirin. Danişîna 3’yemîn a doza dayikan li Dadgeha Cezayê Asliye ya Bakirkoyê hat lidarxistin. 

Latîfe Bugday, Surreya Kilinç, Nesîbe Başaran, Zubeyde Adar, Selamet Demîr, Sînem Guzel, Emîne Erbek, Hafîze Şahîn, Ayşegul Yalçin, Sumanperî Akyildiz, Kumrî Akgul û Zehra Dogan ên negirtî tên darizandin û parêzerên xwe beşdarî danişînê bûn. Dayikan li dadgehê parastina xwe bi Kurdî kirin û xwestin werin beratkirin.  

Şandeya dadgehê xwest kêliya daxuyaniyê ka hişyariya belavbûnê hatiye kirin an nehatiye kirin were lêkolînkirin û danişînê taloqî 13’ê Tîrmehê kir.