2 sal û 3 meh ceza da hevşaredara Gimgimê Karaaslanê

2 sal û 3 meh cezayê girtîgehê da Hevşaredara Gimgimê Ulku Karaaslan a ji aliyê dewleta Tirk ve ji erkê hate girtin û li şûna wê qeyûm hate danîn.

Rûniştina Hevşaredara Gimgim a HDP’ê Ulku Karaaslan a ji erkê hate girtin, li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê pêk hat.

Dewleta Tirk Karaaslan ji ‘endamtiya rêxitinê’, ‘muxalefetî ji qanûna meş û civînan re kiriye’ û ‘ propagandaya rêxistinê kirin’ sûcdar dike.

Karaaslan û parêzera wê ji Îzmîrê bi rêya Sîstema Yekbûyî ya Deng û Reng (SEBGÎS’ê tevlî rûniştinê bûn.

Karaaslan got: “Bi sûcdariyên heyî nabe ku bibe endamê rêxistinê. Parvekirinên li ser tevnên dijîtal ne aîdî vê yekê ne”, daxwaza azadiya xwe kir.

Parêzer Şerfettîn Adlîg jî daxwaza berdana muwekîla xwe kir.

Heyeta dadgehê bi argûmaneke ‘bi awayê xelek propagandakirinê’ di derbarê Karaaslan de 2 sal û 3 meh ceza da. Dadgehê ji madeyên din biryara berdanê da.