Erzîncan: Em pêşengiya jinên cîhanê dikin

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan got, ''Asta rêxistiniya me ya civakî, berxwedaniya me li dijî pergala serwer a mêr, asta me ya îdeolojîk, siyasî û leşkerî, misyona me ya pêşengiyê ya jinên cîhanê geş kir.''

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir Tevgera Jina Kurd ji hêla îdeolojîk ve têra xwe xurt e, mesele êdî ne tenê bidestxistina hin mafên jinan e û got, ''Li gel ê divê li qadên xweparastin, siyaset, qada sosyal, aborî, çand, hiqûq û çapemeniyê jiyan ji nû ve were afirandin.'' Erzîncan her wiha diyar kir Tevgera Jina Kurd tê dîtin û qebûllkirin û got, ''Êdî li cîhanê her dever qada şoreşê ye. Jin kirdeya sereke ya vê şoreşê ne .Geşkirina yekîne û tifaqê jinan, ji hêla têkoşîna azadiya jinê ve stratejîk e.''

Erzîncan bal kişande ser pîrozbahiyên 8'ê Adarê, got bi rihê berxwedanê ya pêngava, ''Li dijî qirkirina jinê em jina azad û civakê diparêzin'' ya KJK'ê 8'ê Adarê pêşwzî kirine, jinên Kurd bi rihê serfiraziyê, bi sonda azadiyê bi moral û hêzeke mezin xwe berdane kuçe û meyanan û li dijî qirkirina jinan a bi destê dewletê bihara jinan çêdibe û got, ''Çalakiyên 8'ê Adarê nîşan da bê ka jin sala 2021'an wê têkoşîneke çawa bidin.''

Erzîncan got heqîqeta jina azad ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daniye holê îro li hemû cîhanê pêşengiya têkoşîna azadiya jinê dike û got, ''Di çalakiyên 8'ê Adarê de ya jinên Kurd û dostên Kurdan de tecrîda li ser Rêbertiya me ya bi destê dewleta Tirk hatiye danîn bi hêrs û kînekê hatiye şermezarkirin. Êdî ji hêla jinan ve zêdetir tê fêhmkirin ku pir girîng û lezgîn e ku rastiya Rêber Apo were lêkolan û fêhmkirin.'' Erzîncan her wiha got, ''Berxwedana jinan wê tecrîda li ser Rêbertiya me bişkîne.''

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîcan bal kişande ser zext û zordariya dewleta Tirk a li ser jinan û got,''Dewlet û desthilat hewl didin taktîkên nû bibînin ku jinan di nav malê de asê bikin. Desthilata AKP-MHP-Ergenekonê ji bo ku jinên Kurdan ji kuçeyan, jiyana civakî, siyasetê vekişîne her cure polîtîkayên qirêjî sazkar dike'', li dijî vê polîtîkayê Erzîncan bal kişande ser giringiya têkoşînê û got, ''Bi giringiyeke jiyanî ye ku jin xweparastin û rêxistiniya xwe geş bikin. Xweparastin ji bo ku jin bikaribin ji hêla fizîkî û psîkolojîk ve xwe biparêzin stratejîk e. Jinên ku ne xwedî xweperastinê ne, nikarin li ber pergala modernîteya kapîtalîst xwe biparêzin.''

Erzîncan bi berdewam got, ''Heke em jin bi rengekî hê radîkaltir û rêxistinî têbikoşin bi teqezî em dikarin bi ser bikevin. Bi daxwazên berteng divê mirov têkoşînê berteng neke. Ev jî yek ji kêmasiya tevgerên jinan e. Tevgerên wiha yên jinan idvê bi bernameyên rêxistinî xwe pratîk bikin. Jin divê pergala xwe radîkal bikin, li dijî sazûmaniya dewletî ku temsîla serweriya mêr dikin divê pergal û sazûmaniya xwe ya altarnatîf deynin û têbikoşin. Şoreşa Rojava ji bo tevgerên jin ên cîhnaê bû mînakeke mezin. Ji bo jinan bû hêvî û bawerî.''

Erzîncan ji bo têkoşîna tevgerên jinan bal kişande ser giringiya Jineolojiyê û got, ''Jineolojî ji bo geşbûna tevgerên azadiya jinê, şoreşa mirovahiyê bi roleke stratejîk radibe. Bi jineolojiyê re jin şiyar dibin, bîrewer dibin û heqîqetek derdikeve holê. Bi rêxistinî û çalakiyên li ser hîmê jineolojiyê tevgerên jinan wê bi rengekî xurtir têbikoşin.''

Erzîncan diyar kir di serdema nû de wê têkoşîna jinan û ciwan di zik hev de, pêvajoyeke berxwedanê were jiyîn û got, ''Modernîteya kapîtalîst bêhtir ciwanan, bi taybet jinên ciwan dike hedefa xwe. Di nav civakê de yên ku herî pir têne çewisandin, keda wan tê xwarin, tundî li wan tê kirin jinên ciwan in. Zarok û ciwan hê di destpêka jiyanê de polîtîkayên şikandina vînê li ser tê kirin..Ji ber vê jî tevgerên jinan û ciwanan ji niha û pê de wê têkoşîneke hevpar bidin. Têkoşîna me qayên jiyanê yên alternatîf danîn. Jinên ciwan jî li van qadan wê cihê xwe bibînin û têkoşînê geş bikin.''

Erzîncan li ser têkoşîna hevpar a jinan û rola tevgera jina Kurd a di vê têkoşînê de got, ''Divê mirov heqê wê bide ku ji bo avakirina manîfestonên azadiyê yên jinan ên stratejîk, bername û pratîk werin danîn, ji bo perspektîfa şoreşa jinan a yekre, stratejî werin avakirin meyleke zêde heye. Îdeoloojiya azadiya jinan, manîfestto û perspektîfa şoreşa jinê tê zanîn. Rêbertiya me bi pêşengiya jinan jiyaneke dî did ber xwe û têkoşîna vê diafirîne. Ji ber vê jî em Tevgera Jinên Kurd ji hêla îdeolojîk me zend û bendên xwe ba dane. Her ku parastin, analîzên azadiya jinê, tezên Rêbertiya me têne fêhmkirin, em li ser kûr dibin ji pergala serwer a mêr bêhtir em qut dibin û civakiyek nû dertê holê. Em şoreşa jinê bi rêxistiniya jinê, bi çalakiyên jinê ava dikin. 
Tezên li ser jinan, perspektîfên Rêbertiya me bi jinên cîhanê re kelecanî û kêfxweşiyeke mezin tîne.''

Erzîncan her wiha diyar kir, tê dîtin rêxistinên jinan ên cîhanê ber bi têkoşîna hevpar ve diçin, tevgerên azadiya jinan ji dîroka jinan, ji mîrateya jinan encamên girîng derdixin, ''jin êdî zêdetir ji tecrûbeyên hev sûdê werdigirin û got,''Neteweya demokratîk, konfederalîzma demokratîk, li cîhanê jî bi pêşengiya jinan, bi rêxistiniya konfederalîzma demokratîk a jinan wê pêş bikeve. Ji ber vê mesele ne tenê bidestveanîna hin mafan e.  Li gel ê divê li qadên xweparastin, siyaset, qada sosyal, aborî, çand, hiqûq û çapemeniyê jiyan ji nû ve were afirandin.''

Li ser roja tevgera jinên Kurd Erzîncan got, ''Asta rêxistiniya me ya civakî, berxwedaniya me li dijî pergala serwer a mêr, asta me ya îdeolojîk, siyasî û leşkerî, misyona me ya pêşengiyê ya jinên cîhanê geş kir. Ji hêla jinên cîhanê ve rol û misyona me ya pêşengiyê danî holê. Tevgera Jinên Kurd êdî tê dîtin, qebûlkirin.

Şoreşa Jinan a Rojava ji bo hemû jinên cîhanê dibe kana moralê. Pergala hevseroktiyê ya li Kurdistanê ji hêla jinan ve destekeke mezin dibîne û geş dibe. Hişmendiya me ya xweparastinê ji hêla jinên cîhanê ve mînak tê dîtin. Tifaqa Kurd-Ereban bêhtir li ser jinan çêdibe. Jinên Ereb jî her ku îdeolojiya Rêbertiya me nas dikin kelecaniyeke mezin bi wan re çêdibe, her wiha bi asteke girîng tesîra me li ser jinên Fars jî heye. Jixwe ji salên 90'î û wri ve bi jinên Tirkiyeyî re asteke hevkariyê heye. Bi xebatên KBDH'ê ku li ser hîmê eniya hevpar a hemû tevgerên çepgir û sosyalîst ên jinan rêxistinî dibe em ê vê zêdetir berfireh bikin. Bi têgihiştina parstinê û nêzîkatiya guherîn, veguherînê bi jinên Tirkiyeyî re jî wê rêxistiniyek were danîn û ev ê ji bo yekîtiya jinan bi roleke girîng rabe.''

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan herî wiha got:

''Li Rojava jinên Kurd ji bo avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk bi rola pêşeng e. 
Ti hêz nikare têkoşîna azadiya jinan a Rojhilatê Kurdistanê asteng bike.
Li Başûrê Kurdistanê şoreşa heqîqî bi têkoşîna demokrasiyê ya jinan wê geş bibe.
Azadiya jina na li Şengalê, geşbûna wê ya piştî Fermana 73'yan balkêş e. Fermîbûna Rêveberiya Xweser a Şengalê wê bi berxwedana jinan pêkan be.
Çawa ku berxwedana li qada civakî ji gerîla re dibe hêz, berxwedana gerîla jî ji bo jinan dibe hêz, moral. Gerîla li çiyan, deştan, zindanan, li mal, li zindanan, li mal û derveyî welat, hêzeke mezin didin mirovên me, hêzên demokrasî û azadiyê.''